Ayşe Başaran: Ji sala 2002’yan ve çend sûcên êrişê li dijî jin û zarokan heye

Li Dêrikê “N.C. Ayşe Acar Başaran a ku bertek nîşanî bersûcên "Doza Hiqûqê" Şeyhdavut D. ku weke "rêveberiya raya giştî" beşdarî çalakiya Qeymeqamiya Dêrikê bû, pêşnûmeyek pêşkeşî meclîsê kir.

Navenda Nûçeyan - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, der barê civîna Qeymeqamiya Mêrdin Dêrikê ya li dijî her cure îstîsmara li ser zarokan, bi serokên qenaetê re pêkanî bersûcê doza N.Ç yê Şeyhdavut D. wek bi sifata serokê qenaetê hat gazî kirin re, ji meclîsê re pêşbûname pêşkeş kir.

Di pêşnûmeya ku bi daxwaza bersiv dayîna Alîkarê Serokomar Fuat Oktay hat amadekirin de, bal hat kişandin li ser dîmenên ku li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê  ev çend meh in di komên WhatsAppê da hatin parvekirin û wiha hat gotin; "Dîmenên kesên ku tê dîtin ku madeya hişbir ya bi navê metamfetamîn bikar tînin û dîmenên pornografîk ên aîdê zarokan dest bi parvekirinê hatine kirin.

"Gel ji rewşa tê jiyîn, nerihet e"

Di pêşnûnameya ku hat diyar kirin rewşa tê jiyîn dinava gel de nerihetî ava dike de,wiha hat gotin: “Şêniyên navçeyê piştî dîmenên zayendî yên aîdê gelek zarokan û dîmenên ciwanan ên tê dîtin madeyên hişbir bikartînin, ji bo pêşiya bazirganê madeya hişbir bigrin, hinek gav avêtine. Dîsa şêniyên navçeyê rojên borî jî ji bo rayadaran pêşiya bazirganên madeya hişbir bigrin, daxuyanî da ne.”

Di berdewamiya pêşnûmeyê de wiha hat gotin:

“Piştî daxuyaniyên hatin dayîn, li navçeyê bi hevkariya Qeymeqamiya Navçeya Dêrikê û şaredariya Dêrikê ya ku di bin rêveberiya qeymeqamtiyê de bi kesên weke emniyet, cendirme, 'Rêxistinên Civaka Sivîl û Serokên Qenaet’ Rayedaran' re civînek hat lidarxistin. Di bin wêneyên ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê ve li ser hesabê medyayê parve kirin de, wiha hatiye gotin; ‘Qeymeqamê Dêrikê/ Serokê Şaredariyê V. Sn. Evren Çakir, Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Mert Ozbîlek, Midûrê Emniyeta Navçeyê Hasan Alî Korkmaz, serokên Qenaetê, mixdrên me, Endamê STK’ê û welatiyan re hevdîtin re di çarçoveya bi madeya hişbir re têkoşîn’ hat pêk anîn.

Di wêneyan de bersûcê êrişa zayendî jî heye

Her wiha hat dîtin ku di wêneyan de dinava kesên serokê qenaet ya navçeyê tê hesibandin, di nava kesên di rêzên pêşî de dirûne wek doza N.Ç tê zanîn û yekane bersûcê ku doza ya êrişa zayendî ya zarokêkî ku bi dehan erkdarên kamûyê tên darizandin e, cih digre. Li Mêrdinê sala 2002yan vir ve li ser giliya N.Ç.ya ji 13 salî ku û ji teref midurê karên nivîsê ya qeymeqamtî, serleşker, muxtar û cerdevan ve di nav de 28 kesên heye, hat îstismar û tecawiz kirin, der batê 28 kesan de doz hat vekirin. Di çarçoveya darizandina hat kirin de  ji bersûcan re ji sinorê jêrîn 5 sal cezayê hepsê hatibûn û bi hinceta 'riza heye’ di cezayan de daxistin hat dayîn. 14'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind jî biryara dadgeha herêmî ya 'N.Ç bi xwesta xwe bi bersûcan re têkilî daniye’ erê kir. Ji bersûcan Şeyhdavut D’ê jî di çarçoveya darizandin de 4 sal û 10 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn.”

Di dawiya pêşnûnameyê de jî ev pirs hatin pêşkeş kirin:

*”Kesên ku li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di komên WhatsAppê de sûcê parvekirina dîmenên pornografî yên aîdê dikin kî ne? Der barê van kesan de lêpirsînek hatiye destpêkirin an ne?

 

*Gelo kesên madeya hişbir difiroşin û naveroka pornografîk ên aîdê zarokan dikşînin û belav dikin, hatine tesbît kirin an ne? Ger ne hatibe tesbît kirin, di vî warî de xebatek heye?

*Gelo bersûc Şeyhdavut D. ku di sala 2002’an de ji ber sûcê êrişa zayendî ya li dijî zaroka binavê N.C’ê 4 sal û 10 meh û 10 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn, wek kijan serokê qenaetê ji bo civîna îstîsmarê hat vexwendin?

*Gelo ji bo li dijî her cure îstîsmarkirina zarokan tedbîr bên girtin, bi kiryarên îstismarê yên weke Şeyhdavut D’ê re, rê tê meşandin?

*Gelo li parêzgehên ku bi gelemperî Kurd lê dijîn ji sala 2002’an heta niha çend sûcên îstîsmar û tundiyê li dijî jin û zarokan heye?

*Li tevahiya Tirkiyeyê ji sala 2002’an heta niha çend sûcên êriş û tundiyê li dijî jin û zarokan heye?”