Ji bo pirsa ‘Gelo jin dikarin bi tena serê xwe rêwîtî bikin?’ bersiva sosret

Şêwirmendê Serokatiya Diyanetê Zekî Sayar destnîşan kir ne guncaw e ku jin bêyi kur û hevjînê xwe, bi tena serê xwe rêwîtî bike.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê di bernameyeke ku di Diyanet Tv de hat weşandin de azadiya rêwîtî ya jinan hat hedefgirtin. Şêwirmendê Serokatiya Diyanetê Zekî Sayar destnîşan kir ne guncaw e ku jin bêyi kur û hevjînê xwe, bi tena serê xwe ji 90 kîlometreyan zêdetir rêwîtî bike.

Şêwirmendê Serokatiyê ya Serokatiya Karên Diyanetê Zekî Sayar ku beşdarî bernameya bi navê "Em ji Diyanetê bipirsin" bû li dijî jinan gotinên sosret bikaranî. Zekî Sayar ku di bernameya ku beriya niha tevlî bûbû de wiha gotibû "Kesên serê Tarikatê ne xwedî ilm û zanîst in û prensîbên giştî yên Îslamê fêrî muridên xwe dikin” vê carê jî ji pirsa "Gelo jin dikarin bi tena serê xwe rêwîtî bikin?" re bersiv da.

Zekî Sayar di axattina xwe ya ku bi gotina “Em hukmê giştî bibêjin” dest pê kir de wiha got: “Li gor pîvanên Îslamê ger li gel jinan wek kur an jî hevjîn mehrema wê tunebin, ne caîz û guncawe ku ji rêwîtiyek 90 kîlometroyan û zêdetir rê bi têna serê here.