Ji bo penceşêra pêsîrê li Helebceyê pêngava zanyarî û hişyariyê
Li Helebceyê di çarçoveya kampanyaya hişyariyê ya Cotmeha Pembe ya têkildarî teşhîskirina zû ya penceşêra pêsîrê de, sempozyûmek hate li dar xistin.
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Di çarçoveya destpêkirina kampanyaya teşhîskirina zû ya penceşêra pêsîrê ya ji bo jinên li Helebceyê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Helebceyê re bi armanca hişyarî avakirina têkildarî penceşêra pêsîrê û balkişandina ser girîngiya teşhîskirina zû sempozyûmeke zanistî li dar xist.
Nûnera Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Helebceyê Bêrîvan Awat, diyar kir ji ber ku meha Cotmehê wekî Cotmeha Pembe ya mehekî ku ji bo avakirina hişyariya penceşêra pêsîrê ye, vê çalakiyê li dar xistine.
Bêrîvan Awat, da zanîn çalakiya destpêkê ya kampanyayê meş û çalakiyeke hişyarkirinê bû ku 300 jinan beşdar bûn. Bêrîvan Awat, bal kişand ser girîngiya teşhîskirina zû û da zanîn ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê dê hemû xizmetên pêwîst ên kontrolkirinê bi awayekî bêpere pêşkêşî jinan bike.
‘Armanca me xwe gihandina hezar jinan e’
Bêrîvan Awat, diyar kir ku armanca kampanyayê ew e ku bigihîje hezar jinan û ragihand ku di çarçoveya vê çalakiyê de heta niha 110 jinan ji bo wergirtina kontrolkirina bêperê ya penceşêra pêsîrê navên xwe tomar kirine.
Bêrîvan Awat, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku çalakî dê tenê bi navenda bajarê Helebceyê re sînordar nemîne û da zanîn ku tîmên wan ji bo ku xwe bigihînin hemû gundên Kurdistanê, hewldanên xwe bidomînin.