Dadgeha Îranî li Seher Memîzade Cezayê girtîgeh û qamçiyan birî
Aktîvîsta civaka sivîl Seher Memîzade ya ji bajarê Erdebîlê ya Îranê, bi sûcdariyên "propagandaya li dijî rejîmê", "heqaretkirina li Ruhollah Xomeynî û Elî Xamineyî" û "têkbirîna nîzama giştî", mehkûmê 25 meh û 15 roj cezayê girtîgehê û 50 qamçiyan kirin.
Navenda Nûçeyan – Di doza têkildarî aktîvîsta civaka sivîl Seher Memîzade ya 29 salî ya li bajarê Erdebîlê ya Îranê dijî hat vekirin de, biryar hate dayîn. Dadgeha Şoreşê, Seher Memîzade bi giştî bi 25 meh û 15 roj cezayê girtîgehê û 50 qamçiyan ceza kir.
Di biryara dadgehê de, Seher Memîzade bi sûcdariyên “bi rêya parvekirina naverokan a li ser medyaya dîjîtal propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê ", "heqaretkirina li Ruhollah Xomeynî û Elî Xamineyî" û "bi derketina kolanan û pêkanîna kiryarên li dijî ewlehiya giştî re têkbirîna nîzama giştî” hate tawankirin.
Seher Memîzade, ji ber sûcdariya "propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê" 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê û ji ber sûcdariya "heqaretkirina li Ruhollah Xomeynî û Elî Xamineyî" jî 15 meh cezayê girtîgehê wergirt.
Her wiha, bi sûcdariya "têkdana nîzama giştî" ya di çarçoveya Madeya 618’an a Yasaya Cezayê ya Îslamî ya Îranê tê nirxadin de, 3 meh cezayê girtîgehê û 50 qamçiyê hat birîn.
Di biryarê de hat diyarkirin dema ku Seher Memîzade berê di binçavkirinê de derbas kiriye, dê ji cezayê girtîgehê were kêmkirin. Ji ber pirbûna sûcan, li gorî rêziknameyên yasayî yên têkildar, biryar hat dayîn ku cezayê herî giran ê yekane bê bicihanîn. Lewma, cezayê 15 meh cezayê girtîgehê dê bê sepandin.
Seher Memîzade berê jî hatibû binçavkirin
Aktîvîsta civaka sivîl Seher Memîzade, berê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. Seher Memîzade, di 30’ê Cotmeha 2024’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî demekê bi kefalet hatibû berdan.
Seher Memîzade, di 18’ê Hezîrana 2025’an de ji nû ve ji aliyê hêzên Dezgeha Îstîxbaratê ya Subaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve li Erdebîlê hate binçavkirin.