Ji bo jinen hatine windakirin edaletê xwestin

Di hefteya 719’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de, çîrokên jinên hatine windakirin hat xwendin.

Amed – Xizmên Windayan û parêzvanên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 719’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li hev civiyan. Xizmên windayan, endamên ÎHD’ê ku tevlî bûn, pêkhateyên Tora Têkoşînê ya li dijî Tundiyê ya Amedê û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de di serî de Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Îpek axivî û bi minasebeta 25’ê Mijdarê xwişkên Mirabel ku têkoşîna azadiyê didan û Jîna Emînî ya ku ji aliyê “polîsê exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin bi bîr anî. Ezgî, anî ziman ku tundî ne tenê rewşeke ku li vê erdnîgariyê di nava malbatê de tê jiyîn, li Kurdistanê tundî li ser jinê piralî ye û wiha got: “Têkoşîn, berxwedan û fedekariya jinan a di nava 40 salan de, zêdetir di nava şer de bi mînakên bêhejmar tijî ye. Dayikên Şemiyê ku lêgerînerên ewil ên bi hezaran kiryarên nediyar in, weke mînaka herî berbiçav a israr û baweriya Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bo avakirina aştiyê niha weke şênber li pêşberî me ye.”

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî, têkoşîna edalet û mafê ku bi salan belav bûye slav kir û wiha axivî: “Bi minasebeta 25’ê Mijdarê dayikên ku vê têkoşînê dimeşînin, rastî tundiya cur bi cur a dewletê hatin. Lê tu carî dev ji têkoşîn û lêgerîna xwe bernedan.Têkoşîn û berxwedana xwe mezin kirin heta vê rojê hatin. Ev têkoşîna bi nirx hêzê dide me. Ev têkoşîn her wiha têkoşîneke aştiyê ye. Di destpêkê de divê mafê wan bê dayîn, edalet cihê xwe bibîne û bingeha aştiyê bê avakirin.”

‘Dê daxwaza me ya edaletê bidawî nebe’

Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asya Cemre Işik jî destnîşan kir ku ew ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin û xwestine bibin dengê dayikan û wiha domand: “Cihê ku em daxwaza edaletê dikin diguhere, kes diguherin. Lê belê daxwaza me tim heman e. Me îro li vir ji bo Meryem Sevîm daxwaza edaletê kir. Kesên ku hatine windakirin em daxwaza edaletê dikin. Daxwaza me dê tu carî bi dawî nebe. Heta ku jiyanek wekhev, adilane û azad bi dest bixin têkoşîna me dê bidome.”

Çîroka jinên hatine windakirin hat xwendin

Piştî axaftinên hatin kirin, parêzera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Jiyan Ormanli jinên ku hatine windakirin çîrokên wan bi bîr anî. 

“* Em ji bo Makbûle Okden a ku hestiyên wê di sala 1991’ê de li Cizîrê piştî 18 salan di xebatên çêkirina rê de hatin dîtin edaletê dixwazin.

Em ji bo Bedriye Gumuş a ku di 17’ê Sibata 1992’an de hat xwestin ku gelê Nisêbînê bibin cerdevan qebûl nekirin, polîsan gulebaran li ser wan reşand a jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin.

* Em ji bo Ayten Ozturk a ku di 27’ê Tirmeha 1992’an de li Dêrsîmê hat binçavkirin û piştî 8 rojan cenazeyê wê di 14’ê Tebaxa 1992’an de li Kartepe ya Xarpêtê definkirî hat dîtin, edaletê dixwazin.

* Em ji bo Ridda Yavûz a ku piştî li Dêrîka Mêrdînê bi tevî 2 kesan hat binçavkirin şûnde êdî agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.

* Em ji bo Sedîka Dal a ku di Îlona 1993’an de li Taxa Selahaddîn Eyyûbî ya Nisêbînê ji aliyê Hîzbûllah ve bi kîsik ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.

* Em ji bo Hamîde Şarli a ku di 24’ê Kanûna 1993’an de li gundê Bedlîs/Tetwan û Wanê ji malê xwe ji aliyê leşkeran ve bi birayê xwe Raman re ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin, careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.

*Em ji bo Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên ku piştî operasyona leşkeri ya 24’ê Îlona 1994’an li gundê Mirikê ya Dersîm hat kirin şûnde, careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.

* Em ji bo Lutfiye Kaçar a ku di 5’ê Cotmeha 1994’an de li Stenbolê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.

* Em ji bo Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu yên ku di 17’ê Cotmeha 1994’an de li gundê Ortaç a navçeya Dêrxasê ya Mûşê ku xwestin biçin sewalên xwe bidoşin di nava operasyona leşkerî de mabûn careke din agahî nehat girtin, edaletê dixwazin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.