Li Raperînê bi rojnamevanan re civîna ji bo tendirustiyê

Li herêma Raperîn rêveberiya tendirustiya Raperîn bi rojnamevanan re kom bû der barê kêmkurtiyên tendirustiyê de goftûgo hat kirin. Civîn di çarçoveya projeya beşdarkirin civakê ji bo çareseriya pirsgirêkên tendirustiya nûjen de hat lidarxistin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Di çarçoveya bernameya wezareta tendirustiyê ji bo projeya beşdarkirina civakê ji bo çareseriya pirsgirêkên tendirustiya nûjen, berpirsê beşa ragihandinan pêwendiyê rêveberiyê, rêveberiya xweparastina tendiristiya Raperînê û berpirsê beşa tendirustiyê, li gel nûnerên beşek ji dezgehên ragihandinê li sînorê îdareya Raperîn kombûn û gelek pêşniyar û pirsyar der barê kêmkirina pirsgirêkên tendirustiyê de nîqaş kirin û raxistin ber çavan.

Bi projeyê hewl didin di warê tendirustiyê de mirovan agahdar bikin

Rêvebera tendirustiyê Naciye Hemîd Qadir der barê armanca kombûna bi rojnamevanan re û beşdarkirina civakê di pirgirêkên tendirustiyê de wiha got: “UNICEF li sînorê bajarê Silêmanî projeyekê rê ve dibe, bi salan e gelek caran kolera û nexweşî belav dibin, armanca vê projeyê jî bidestxistina zanyarî û sedeman e ku ev jî divê civak beşdar bibe. Me di vê kombûnê de destnîşan kir ku ji ber heta niha rojnamegeran pirs ji xelkê û ji me nekirine sedem çi ne. Em ji dixwazin ew beşdar bibin û ji agahdarkirina me di encama fikirandinên medyayê di civakê de ye.

Naciye Hemîd Qadir herî dawî got: “Ew pirsgirêkên ku di nava civakê de hene, civak ji wan nerazî ye, armanc bi vê projeyê ew e ku bi riya çapemeniyê, em pirsgirêkên civakê bizanibin. Salên borî projeyên me yên hevpar hebûn, me sûdek mezin ji wan girt û em dikaribûn çend pirsgirêkan çareser bikin.”