Ji bo Zozan Eren daxwaza edaletê hat kirin

Di çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, fail bên darizandin” de vê hefteyê aqubeta Zozan Eren ku di sala 1997’an de hat windakirin hat pirsîn.

Amed- Çalakiyê “Bila windakirî bên dîtin, fail bên darizandin” ku her hefte ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan ve tê lidarxistin, vê hefteyê li aqubet û failên Zozan Eren ku di 25’ê Îlona 1997’an de li Amedê di bin çavan de hat windakirin pirsîn.

Çalakî, di hefteya 787’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Amedê bû. Di qada ku çalakî lê hat lidarxistin de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bûn hat vekirin, xizmên windayan wêneyên zarokên û xizmên xwe hilgirtin.

Hevserokê Giştî yê  ÎHD Huseyîn Kuçukbalaban, parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça Cupolo, rêveberên DEM Partiyê namzeda hevşaredariya Rezanê Leyla Ayaz beşdarî çalakiyê bûn.

‘Em behsa windabûna aştiyê dikin’

Di daxuyaniyê de hevserokê giştî yê ÎHD Huseyîn Kuçukbalaban axivî û got: “Em li vê derê behsa windabûna mirovek nakin. Em behsa windabûna aştiyê li Tirkiyeyê dikin. Em behsa Tirkiyeya ku ji fikrên mirovahiyê dûr e dikin. Jixwe fail jî diyar in.”

Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ku dozgerên ku di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de şerhe muxalîf a 160 pel nivîsandin, fail derxistine holê û wiha got: “Wezîrê demê yê karên hindir, serokê daîreya MÎT’ê, serokê tevgera taybet a daîreyê, ji bo cînayetên kiryar nediyar pêk bînin hat tesbîtkirin ku rêxistinek ava kirine. Lê belê ji ber polîtîkayên bêcezatiyê ya li Tirkiyeyê, ji ber demboriyê ev doz hat xistin. Em jî weke xizmên windayan, heta em li vê xakê aştiyê neynin, winda neyên dîtin û fail neyên darizandin em ê lêgerîna edaletê bidomînin.” Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bi bîr xist ku kesên di salên 90'î de van sûcan pêk anîne, li Xarpêtê di odeyên walîtiyê de hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Em hemû kiryaran nas dikin. Em li bendê ne ku wê rojek hesab bidin. Em kujeran nas dikin, dizanin û em ê li nava çavên wan binêrin.

'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'

Ji Dayikên Şemiyê Besna Tosun axivî û wiha got: “Jiyana min a asayî hebû, dewlet hat gundê min û jiyana min veguherand dojehê. Beriya 29 salan bavê min li ber çavên min hat binçavkirin û windakirin. Ev 29 sal in em têdikoşin. Gelek dayikên me beriya ku bigihîjin heqîqetê jiyana xwe ji dest dan. Em ji bo hesabê dayikên bipirsin têdikoşin. Min kujerên bavê xwe dît. Bi polîsên ku bavê min qetil kirin re rû bi rû mam. Ez bi hêrs û êşa vê dijîm. Lê min ev êş veguherand berxwedanek. Em ê heta windahiyên xwe bibînin û hesab bipirsîn, têkoşîna xwe bidomînin."

Çîroka Zozan Eren

Piştî axaftinan, çîroka Zozan Eren a di sala 1997'an de hat windakirin ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin. Çîroka Zozan Eren wiha ye:

“Zozan Eren li Ocaxa Tenduristiyê ya Pasûrê hemşîre bû, Orhan Eren jî karmendekî girtîgehê ya navçeya Licê bû. Berî ku Zozan Eren ji holê winda bibe 3 hefteyan, bi hinceta ‘Alîkarîdayîna PKK’ê’ sîrgûnê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zayînê ya Jinan û Zarokan a Amedê hatibû kirin. Qeymeqamtiya Pasûrê Zozan vedixwîne meqamê xwe û jê dixwaze ku ji vê derê tayîna xwe bixwaze. Dû re du polîsên li qeymeqamtiyê kar dikirin, ji Zozan re gotin; ‘Tu dermanan ji PKK’iyan re dişînî. Ji ber vê tu neçar î ji vê derê biçî.’

Zozan a tayîna wê ji bo Amedê derdikeve, di 24’ê Îlona 1997’an de bi hevjîna xwe re dixwaze biçe serdana malbata xwe ya li Pasûrê dimîne. Dayika Zozan Pembe Toprak dema ku dibîne keça wê û zavayê wê di 25’ê Îlonê de nehatin, dikeve nava fikaran. Hevalekî Orhan ê kar piştî demekê li dayika Zozan digere û jê re dibêje ku wesayîda wan 50 metre nêzî qereqola leşkerî ya Engulê ya girêdayî Licê dîtiye. Malbatê serî li gelek cihan dan lê tu encam negirtin.

‘Dayik tu encam nagire’

Roja din ango roja Şemiyê dayik Toprak ji bo serlêdanê bike diçe Qereqola Jendirmeyan a Pasûrê. Yên li navenda polîsan; bi îdiaya ku betlane ye, serlêdana wê qebûl nakin û jê re dibêjin ku roja Duşemê were. Dayika Pembe Toprak roja duşemê serî li Serdozgeriya Pasûrê dide û hewl dide rewşê vebêje. Dozger telefona qereqola polîsan a li cihê bûyerê dike û hewl dide agahiyê bigre. Yên li qereqolê radigihînin ku 'bûyera revandinê pêk hatiye û Orhan û Zozan Eren ji aliyê milîtanên rêxistinê ve hatine revandin'.

Dozger van agahiyan dide dayika Pembe Toprak û ji wê ra dibêje ku Midûriyeta Polîsan û piştre serî li Walîtiya Amedê bide. Piştre dayika Pembe Toprak bi daxwaznameyekê serî li Qereqola Angulê dide, lê Midûrê Emniyetê jê re dibêje 'her du hevjîn ji aliyê milîtanên rêxistinê ve hatine revandin.' Dayika Toprak ku ji vê yekê jî encamek negirt serî li Walîtiya Amedê da. Qeymeqam li gel dayikê telefonî Qereqola leşkeran a Licê û Pasûrê dike û jê re dibêje ku zarokên wê ji aliyê milîtanên PKK’ê ve hatine revandin.

‘AÎHM’ê biryar da’

Ji wê dîrokê heta niha ji Zozan û Orhan Eren tu agahî nayê girtin. Malbata ku ji hiqûqa navxweyî tu encam negirt, serî li DMME'ê dide. AÎHM'ê di 21'ê Sibata 2005'an de Tirkiyeyê bi 'binpêkirina mafê jiyanê' ji vê dozê mehkûm dike."

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.