Ji bo her sê pêşengên şoreşger merasîmek bi heybet hat lidarxistin

Gelê Herêma Cizîrê ji bo 3 pekrewanan Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr merasîmek bi heybet li dar xist.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Dewleta tirk di 22’yê Temûzê de bi balafirên bê mirov li ser riya Qamişloyê êrîşî seyareyek kir û di encamê de fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roj Xabûr, fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Jiyan Tolhildan û fermandara Hêzên Antî Terorê Barîn Botan şehîd ketin. Gelê herêma Cizîrê li Goristana Şehîd Mîdya û Dijwar a bajarê Hesekê merasîmek girseyî ji her sê pekrewanan re li dar xist. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Edla Misto axivî û wiha got: “Em bi saya fedakariya van şehîdan dijîn, hedefgirtina wan hedefgirtina tevahî gelê herêmê ye. Ji ber ku ew pêşengên vê şoreşê ne. Em ê bi têkoşîn û berxwedaniyê planên qirkirina gelan têk bibin û şopdarên riya şehîdên xwe bin.”

Fermandaria Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê Sozdar Dêrik teqez kir ku li dijî her êrîşek, dagirkeriyê dê bersiv hebe û wiha anî ziman: “Ger em rojek bijîn wê ew roj jî azad be, em rojane bedel didin ji ber ku em fedayî vî gelî ne. Dewleta faşîst a tirk êrîşên xwe yên hovane li hemberî xaka me, hevalên me  li hemû aliyên Kurdistanê pêk tîne, ev êrîş li ser tevahî gelên azadîxwaz pêk tên.

“Pakrewanan xeta felsefeya azad hilbijartin”

Sozdar Dêrik got: “Jiyan ji zarokatiya xwe ve bi ruhekî welatparêz tevli refên şoreşê bû, heya kêliya dawî peyama wê ev bû digot; “Ez ê heya nefesa xwe ya dawî têbikoşim.” Jiyan xwedî kedek mezin bû di tunekirina terorê de, jiyan pêşenga jiyana azad bû. Hevala Roj di nava malbateke welatparêz de mezin bû û jiyana xwe ji bo azadiya tevahî gelên herêmê kir qurban. Hevala Barîn bi ciwantiya xwe tevli xeta azadiyê bû, soz da vî gelî ku vê carê wê ji hevalên xwe kêm nemîne.”

“Dijmin dil mêjî û pêşengên şoreşê hedef digre”

Sozdar Dêrik bal kişand ser hedefgirtina mêjiyê şoreşê û wiha bilêv kir: “Dewleta Tirk a ku sînoran nas nake li çiyayên Kurdistanê her roj bi çekên kîmyewî şer dike li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî nemerdane bi balafirên bê mirov êrîş dike, ev ne şere ev nemerdî ye. Dijmin her dem berê xwe didie pêşengên vî gelî ji ber ku gelê bê pêşeng be ew gel bê çav û mêjî ye. Gel bi pêşengên xwe li ser piyan disekine, ew pêşeng jî zarokên vî gelî ne, ev gelê ku koletî li ser xwe qebûl nekir û li hemberî van êrîşan berxwedaniyek mezin dide bi saya van pêşengan e. Van dilovanan di şexsê xwe de têkoşîna azadiyê hem felsefeya jiyana azad û hem têkoşîna azadiya jinan anîn asteke herî bilind. Em xemgîn in ji ber ku em rojane şehîd didin lê her xemgîniyek me ji bo me dibe hêzêke manewî ya pir mezin. Em soz didin em ê bê bersiv nemînin û şopdarên riya pakrewanan bin. Em hêzên navdewletî berpirsyarê van êrîşan dibînin. Îro berpirsyariyek vê cîhanê li hemberî zarokên vî gelî heye. Eger em bi hêza xwe bawer bin û em hevgirtî bin em ê serkeftî bin.”

“Tevger û rêxistinên jinan bi sekn û baweriyek mezin 10 saliya şoreşê pêşwaz dikin”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Asiya Abdulah da zanîn ku NATO li hemberî komkujî, êrîş û hedefgirtina gelan berpirsyar e û wiha axaftina xwe domand: “Di dema ku me wekî gelê bakûr û Rojilhatê Sûriyeyê pêşwaziya 10 saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê dikir ku di van 10 salan de gelek destanên mezin hatin nivsandin, hêza terorê bi têkoşîn û berxwedana QSD’ê têk çû. Faşîzma dewleta Tirk têk çû. Wekî tevger û rêxistinên jinan, me bi sekin û baweriyek mezin pêşwaziya 10 saliya şoreşê kir, şoreşa ku bi pêşengiya Arînan û Avestayan cîhanê bi tevahî bi bandor kir ji bo wê dema em di forma 10 saliya Şoreşa Jinan bûn hevala jiyan wekî axaftvan ji bo deskeftiyên şoreşê ji bo têkoşîna azadiya jinan hêvî û baweriyên xwe anî ziman û soza bilindkirina têkoşînê diyar kir ji bo wê êrîşek hovane ji aliyê faşîzma Tirkiyeyê ve, di roja yekemîn a forma jinan de wan hedef girt hevala Jiyan, Barîn û Roj şehîd bûn. Dewleta tirk di NATO’yê cih digre li hemberî tevahî êrîşên dewleta tirk li ser xak û pêşengên me yên ku DAIŞ’ê têk birin û cîhanê bi bandor kirin êrîşên nemerdane tên kirin ji vê yekê ne tenê dewleta tirk NATO jî berpirsyar e.”

Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve bi dawî bû.

Cenazeyê Şehîd Jiyan û Barîn li Şehbayê hatin definkirin her wiha şehîd Roj li goristana Berkevirê ya Dirbêsiyê hat definkirin.