“Ji bo hemû windayan em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin”

Li Amedê Xizmên Windayan, li aqûbeta Fehmî Tosun ê 1995’an de di binçavan de hat windakirin pirsîn û wiha gotin: “Çend sal derbas dibe bila bibe, ji bo Fehmî û hemû windayan em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin."

Amed -  Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 714'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezana Amedê hatin gel hev. Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hildan. Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de çîroka Fehmî Tosun ê 19’ê cotmeha 1995’an di binçavan de hat windakirin vegotin û xwestin kiryar bên dîtin.

 

Çîroka Fehmî Tosun ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.  

Firat Akdenîz diyar kir ku ew 714 hefte ne li wir ji bo pêkanîna mafên mirovan kom dibin û got: “Fehmî Tosun 35 salî bû û bavê 5 zarokan bû. Ew ji gundê Licokê yê Licê bû. Di salên 90’î de herêm di bin zextên giran de bû û malbata Fehmî Tosun jî bi zextên giran re rûbirû bû. Di wê pêvajoyê de berdêlên giran didin. Ji ber şert û mercên giran ên jiyanê malbata Fehmî Tosun berê xwe dan Stenbolê. Fehmî Tosun di 19’ê cotmeha 1995’an de bi hevalê xwe Huseyîn Aydemîr re li mala xwe ya li Avcilarê taştê dixwin û piştre ji malê derdikevin. 

Fehmî Tosun di seetên dereng de ji aliyê kesên bi çek ve tînin ber derî. Fehmî dema malbata xwe dibîne diqîre û dibêjê 'Wê min bikujin.' Dema malbat ber bi Fehmî ve diçe careke din Fehmî bi zorê li maşîneyê siwar dikin û direvînin. Hevjîna Fehmî, Hanim serî li qereqola Avcilarê dide û plakaya wesayîdê dide qereqolê. Qereqol dema plaka lêkolîn dike ji Hanimê re dibêje 'tiştek em bikin tune ye.’ Hanim piştre serî li ÎHD’ê dide. Êdî têkoşîna Hanimê dest pê dike. Qereqol binçavkirina wî qebûl nane û heta îro jî der barê wî de agahî nehatiye girtin. Dosya ji ber dem di ser re derbas bû hat girtin. Malbata Fehmî her riya hiqûqî ceriband.

Fehmî Tosun di binçavan de hat windakirin û di ser re 27 sal derbas bû. Têkildarî aqûbeta wî lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Bila demildest têkildarî aqubeta Fehmî lêpirsîneke bi bandor bê kirin û kesên ji vî sûcî berpirsyar bên cezakirin. Çend sal derbas dibe bila bibe, ji bo Fehmî û hemû windayan em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.