Li Amasrayê di karesata madenê de 40 kes mirin

Duh li navçeya Amasraya Bartinê di kana madenê de teqîna grizu pêk hat. Ji kana ku 110 karker lê hebûn, heta niha cenazeyên 40 karkeran hatiye derxistin.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Amasraya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê, “teqîna grizu” pêk hat. Di teqîna ku dema 110 karker li ser kar bûn pêk hat de, hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dan zêde bû.

Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ragihand ku der barê karesatê de 4 mufetîş hatine erkdarkirin û Serdozgeriya Komarê ya Bartinê jî ragihand ku bi destpêkirina lêpirsînê 3 dozger hatine erkdarkirin.