Ji bo binpêkirinên li girtîgehan tên jiyîn lêpirsîna meclîsê hat xwestin

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, mirin û binpêkirina mafan ên li girtîgehan tê jiyîn, anî rojeva Meclîsê.

Enqere - Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun, xwest di pêvajoyên dawî de li girtîgehan zêdebûna mirin û binpêkirinên mafan ku digihihê îşkence, bê lêkolin kirin.

Şevîn Coşkun a diyar kir ku divê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin, di hinceta lêpirsîna meclîsê de bal kişand ser rapora girtîgehê ya ÎHD'ê.

Şevîn Coşkun wiha got:

 “Li gorî rapora ku di 27’ê Tîrmeha 2022’an de ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Enqereyê ve hat ragihandin; Di mehên Nîsan-Gulan-Hezîranê de li girtîgehan ku 651 jê giran û herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş û hikumxwar hene, herî kêm 13 girtî û hikumxwar jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hatiye diyar kirin ku; 90 girtî û hikumxwar ji bo binpêkirina mafên xwe serî li ÎHD'ê dane; Sîbel Balaç a ji bo binpêkirina mafan û bi daxwaza darizandina adîl dest bi rojiya mirinê kiriye roja xwe ya 226’an û Gokhan Yildirim jî roja xwe 220’emîn de heye û rewşa wan ya tenduristiyê her diçe xirabtir dibe. Di vê çarçoveyê de; ji bo mirinên li girtîgehan bi hemû aliyan bê lêkolin kirin, derbarê berpirsyaran de pêvajoyên hiqûqî yên pêwîst bê destpêkirin, ji bo Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên ku ji ber binpêkirina mafan û bi daxwaza darizandina adîl dest bi rojiya mirinê kirine û her roj rewşa wan ya tenduristiyê xerab dibe, avêtina gavên pêwîst; ji bo berdana girtiyên nexweş û xwe gihandina wan a mafê dermankirinê pêwistiya lêkolîna meclîsê daxwaz dikim.”

 “Divê gavên pêwîst bên avêtin”

Şevîn Coşkun anî ziman ku ji ber zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, mirinên tên jiyîn di hemû aliyan de bên lêkolîn kirin û balkişand ku divê der barê rewşa Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên ku ji bo binpêkirinên maf ên tên jiyîn û bi daxwaza darizandina adîl ketina di çalakiya rojiya mirinê de û rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj xerabtir dibe, di zûtirîn dem de gavên pêwîst bên avêtin û divê mafê gihandina tenduristiyê û berdana girtiyên nexweş bê misogerkirin.