Dosyaya rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz pêşkêşî Lijneya Giştî hat kirin

Rapora Komîsyona Hevbeş a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz ji aliyê Komîsyona Hevbeş ve hat amadekirin, pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Hevbeş li ser 5 dosyayên Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Salîha Aydenîz gotûbêj kir û bi piraniya dengan biryara rakirina parêzbendiya wê da. Rapora ku ji aliyê komîsyonê ve hat amadekirin, tevî nirxandinên muxalefetê yên Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşkêşî rojeva Lijneya Giştî ya Meclîsê hat kirin.

Bi vekirina Meclisa ku dê li ser banga CHPyê bicive, rê li ber nîqaşa rapora “parêzbendiyê” vebû. Li ser banga parlementerên CHPê biryar hat dayîn ku Lijneya Giştî ya Meclisê îro bi awayekî awarte bicive û li ser şîdeta di tenduristiyê de bê nîqaşkirin.

Li gorî rêziknameya Meclîsê, di çarçoveya bangawaziya hevdîtinên awarte de muzakere tên kirin û Meclîs girtî ye. Ger koma AKP û MHP’ê rojek pêş de bixebite, dibe ku dosyaya rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz were nîqaşkirin.

AKP, MHP û HDP’ê diyar kirin ku ew ê beşdarî hevdîtinan nebin, partiyên din ên li Meclîsê tên temsîlkirin jî dê beşdarî Lijneya Giştî ya Meclîsê bibin. HDP'ê neşirkirina CHP'ê ya beriya bangewaziyê weke "xerabiya siyasî" nirxand û biryar da ku beşdarî hevdîtinan nebe.