Ji bo 4’ê Nîsanê dar hatin çandin

Bi boneya 4’ê Nîsanê endamên jin ên şaredariyên Şengalê li derdora Geliyê Şêxmendê dar çandin

Şengal-Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê endamên jin ên şaredariyên Sîba, Tilezêr û Xanesor a Şengalê ve kampanyaya çandina daran hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê endamên jin ên şaredariyê li derdora Geliyê Şêxmendê dar çandin.

Têkildarî kampanyaya çandina daran endamên jin ên şaredariyan axivîn.

Endama Şaredariya Sîbayê Sonya Newa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pîroziya meha Nîsanê û diyar kir ku meha Nîsanê di civaka Êzidiyan de meheke pîroz e ji ber ku divê mehê de cîhan hatiye qewî ye (çêbûye) û wiha got: “Ez destpêkê 4’ê Nîsanê li Serok Apo û hemû cîhanê pîroz dikim. Weke tê zanîn meha nîsanê di civaka Êzidî de meheke gelek pîroz e û rojbûna Serok Apo jî di meha Nîsanê de ye.”

Ji bo 4’ê Nîsanê kampanyaya çandina daran

Sonya destnîşan kir ku ew wek jinên li şaredariyan dixebitin ji bo 4’ê Nîsanê kampanyaya çandina daran dane destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya vê kampanyayê de em hatin Geliyê Şêxmend û daran diçînin. Ji ber Serokatî gelek xweza û daran hez dike, me jî xwest ji bo rojbûna Serokatî daran biçînin. Kampanyaya çandina daran fikrên hevalên jin bû. Bi pêşengtiya jinan destpêkirina hemleyên bi vî rengî cihê kêfxweşiyê ye.”

‘Rojbûna Serokatî li hemû cîhanê pîroz be’

Endama Şaredariya Tilezêrê Muna Hidir Qasîm jî rojbûna abdulah Ocalan li hemû cîhanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Wek Şaredariya Tilezêrê bi  wesîleya 4’ê Nîsanê em jî tevlî vê hemleya çandina daran bûn.”