Dayikên Aştiyê qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re kirin

Bi pêşengiya Kongra Star, îro dayikên Aştiyê yên Til Temirê bi gerandina civatekê behsa bîranînên xwe yên bi Abdullah Ocalan re kirin û gotin: "4’ê Nîsanê rojbûna me ye."

Hesekê - Bi boneya roja 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 75’an, Kongra Star a navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bername û çalakiyan dê li dar bixe. Bi vê boneyê jî bi pêşengiya Kongra Star îro li Saziya Malbatên Şehîdan çend dayikên aştiyê ligel çend kesên welatparêz civatek gerandin.

Di civatê de dayikên ku derfet dîtibûn biçin Lubnanê Abdulah Ocalan bibînin, lê guhdarî bikin û ji civîn û semînerên wî mînak bigrin amade bûn.

Di civatê de dayikan bîranînên xwe yên bi Abdulah Ocalan re anîn ziman her wiha dayik û kesên din jî bi çi awayî bi  bandor bûne heta îro her kes xeta ku Ocalan dimeşîne vegotin.

'Ocalan zanyarek e'

Dayika şehîd Silava Efrîn Emîne Dilo ya ku di salên 90’ê de derfeta hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah  Ocalan re dibîne, bi vî awayî behsa bandoar ku li ser çêbûye dike: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd e, rojbûna gelekî windakirî û berbelav e. Ocalan destên Kurd, Ereb, Asur û hemû neteweyan gihîştand hev heta ku îro hemû netew bi hev re bang dikin dibêjin "Bê serok jiyan nabe."

 

'Nayê jibîrkirin bi me re dijî û em ê rojekê wî di navbera xwe de bibînin'

Emîne Dilo da zanîn ku Ocalan gelê Kurd ê Kurdistanê şiyar kiriye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Kurdên li rojava, rojhilat, başûr û bakurê welat bi saya Ocalan ji xewa giran şiyar bûn. Heta niha jî Kurdên me yên Rojhilat ji aliyê Îranê ve tên darvekirin. Divê ku em Kurd bi fikrên Ocalan bikaribin ji her awayî êrîşan xwe biparêzin û têbikoşin. Em dikin û em ê bikin lê em çiqas bikin jî nikarin bersiva keda rêber Apo bidin. Dewleta Tirk dibêje qey dema rê nedin Ocalan hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike, wê gel wî ji bîr bike lê bila bizanibe ku ji pirtûkên serokatî be jî em dikarin gelek şoreşan ava bikin. Ji lewre em bi wê hêviyê dijîn ku rojekê ji rojan em rêberê xwe di navbera xwe de bibînin û bi hev re bijîn."

Civat bi dawîkirina nîqaşan û dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.