Ji ber parvekirinên wê 45 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn!
Ji ber parvekirinên wê yên li ser medya dîjîtal 45 sal cezayê girtîgehê li Nourah bint Saeed al-Qahtanî ya Siûdî, hat birîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişand ku bi cezayên ku hatine dayîn re hewl didin mûxalifan bêdeng bikin.
Navenda Nûçeyan – Li Siûdî Dadgeha Ceza ya Îhtîsasê, bi sûcê “Bikaranîna Înternetê ji bo cirakirina tevna civakî ya Erebistana Siûdî” Nourah bint Saeed al-Qahtanî sûcdar dît û 45 sal cezayê girtîgehê lê birî. Cezayê girtîgehê ji aliyê rêxistina Democracy for the Arab World Now (Dawn) ku navenda wê li Washingtonê ye, hat ragihandin.
“Dengên muxalif tên cezakirin”
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, rayedarên Siûdî Dadgeha Ceza ya Îhtîsasê wek amûrek ji bo cezakirin û bêdengkirina dengên muxalif bikartîne sûcdar dike. Rêveberê Korfez ya Dawnê got ku Nourah bint Saeed al-Qahtanî bi "tweetkirina nêrînên xwe" hatiye sûcdar dîtin. Dawn ragihand ku de rbarê Nourah bint Saeed al-Qahtanî de temen û şertên binçavkirinê jî di nav de hêj hûrgiliyên zêdetir bi dest nexistiye.
34 sal ceza li Salma al-Shehab hatibû birîn
Nûçeya cezayê hepsê ya Nourah bint Saeed al-Qahtanî, piştî demek kurt nûçeya jineke din a Erebistana Siûdî bi navê Salma El Shehab bi 34 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin hat. Salma el Shehab a ku li Îngilîstanê di zanîngeha Leedsê de dixwîyne û ji bo betlaneyê vegeriyabû welatê xwe Siûdî, bi hinceta ku hesaba wê ya Twitterê heye, hesabên çalakvanan dişopîne û parvekirinên ku ew parve kiriye, di hesabê de parve kir, 34 sal cezayê girtîgehê girtîbû.
Werger: NuJINHA