Xizmên windayan ên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14 kesên ji xizmên wendayan ên dema ku Dayikên Şemiyê xwestin li Gora Bêkesan a Altinşehîrê daxuyanî bidin di encama êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Dayikên Şemiyê û Komîsyona Li Dijî Windayên Di Binçavan De ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, bi boneya 30’yê Tebaxê Roja Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirinê a Navneteweyî de xwestin li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ku cenazeyên Hasan Ocaka û Ridvan Karakoç lê ne daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Lê polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn û ji bo vê jî "biryara qedexeyê" ya Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê nîşan dan. Piştî ku girseyê ev qedexe qebûl nekir, polîsan bi lêdanê 14 kes binçav kirin.
Polîsan 14 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Piştî îfadeya li vê derê, polîsan agahî da parêzeran ku dê piştî muayeneya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê kesên binçavkirî bên berdan. Piştî muayeneyê her 14 kes hatin berdan.
Navê kesên hatibûn binçavkirin wiha ne: “Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Masîde Ocak, Huseyîn Ocak, Alî Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Huseyîn Aygûl, Hasan Karakoç, Hanîfe Yildiz, Ferît Barut û 4 kesên ku navên wan nehat hînbûn."