Di êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê de 2 jin birîndar bûn

Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk, îro di saetên nîvroyê de wesayîdek sivîlan li nêzî mala welatiyeke li Kampa Serdeşta Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 jin birîndar bûn.

Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk, îro di saetên nîvroyê de wesayîdek sivîlan li nêzî mala welatiyeke li Kampa Serdeşta Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 jin birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk, îro li derdora saet 12.00’ê li jora kampa Serdeştê wesayîdek sivîlan bombebaran kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balafira dewleta Tirk, wesayîda sivîlan bombebaran kiriye û di encamê de 2 jin birîndar bûne. Birîndaran rakirine nexweşxaneyê.

Der barê êrişê de heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji saziyên Şengalê nehatiye.