Li Êlihê serdegirtina polîsan: Çek danîn ser serê zarokan

Li Êlihê polîsên tevgera taybet li ser apartmanek ya malbatê de girtin û bêyî ku bibêjin ciwan û pîre hemû kes darb kirin. Li dijî jinek ducanî ya 8 mehî tundî hate bikaranîn û hate zanîn ku polîsan çek danîne ser serê zarokan.

MEDÎNE MAMEDOGLÛ

Êlih- Li Êlihê şevê din serdegirtinek weke salên 90 hate jiyîn. Polîsên tevgera teybet di apartmana malbatê ya serde girtî de ên ku dihat pêşiya wan darb kirin û di heman demê de gefa mirinê li hemwelatiyan xwar. Zarokên biçûk ên ku ji xewê bi tirs rabûn, polîsan malbatên wan li ber çavên wan darb kirin û tundî li dijî jinek ducanî ya 8 mehî kirin.

Bûyer, şevê din li taxa Huriyet ya Êlihê pêkhat. Li vê derê polîsên tevgere taybet ji bo Abdullah Erin bibînin çûn apartmana malbatê. Di serdegirtinê de tişta ku di hat pêşiya wan dişkandin û derb dikin, polîsan dest bi darbkirina bavê Abdullah Erin yê nexweşiyê dil Husnî Erin kir. Hevjîna Abdullah Erin Zehra Erin deng ji daireya din bihîst dema derî vekir vê carê polîsan ew derb kir.

‘Gotin em dewletin û li me dan’

Zehra Erin, diyarkir ku deriyên daireyên apartmanê şikandin û di heman avahiyê de jin tiya wê ya ducanî ya 8 mehî jî rastî tundiya polîsan hatiye, tiştên ku jiyan kiriye. Zehra Erin, tiştên jiyankirin ji ajansa mere parve kir: “Dest danîn ser telefonên me, ji ber tu dîmenek di destê me de nemîne. Li zaroka min ya biçûk xistin. Min got hun çawa wisan dikin. Got me ferman ji cihê mezin hatiye. Em dewletin. Em li vê derê we bikujin ji kesek tiştekê li me nake. Em ê bêjin heqaret li me kirine. Bêyî ku bêjin zarok û jin in bi pihun, toqat û kolman lê xistin.”

Çek danîn ser serê kurê wê

Zehra Erin, da zanîn ku her pirsa ku hevjînê te li kudere dikirin û gef li zarokan dixwarin. Zehra Erin, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger tu cihê hevjînê xwe nebêjî, em ê zarokê te bikujin. Li ber çavê herdû zarokên min ên biçûk çek danîn ser serê kurê min yê mezin û lê xistin. Piştî li zarokxistinê da tameşekirin, piştre got dora te ye û min jî derb kirin. Min got ez cihê hevjînê xwe nizanim. Vê carê kurê min yê biçûk bir. Min got dibe ku hevjînê min li van dera be. Herim temaşe bikin. Tundiya ku pêkanîn, ne normal bû. Em nizanin çi bûye jî.” Zehra Erin destnîşan kir ku polîsan jêre gotiye ‘tu dayîkek çawanî em zarokên te li ber çavê te lê dixin, tu cihê hevjînê xwe nabêjî’ û ev tişt got: “Çek xistin serê zarokê min. Min sond xwar min got hevjînê min tiştek nekiriye. Êdî hatibin kijan komployê wisan nêzî me bûn.”

Malbatê gilî kir

Zehra Êrin bi birxist ku polîsan gotine ew ê cardin werin û diyarkir ku gelek tirsiyaye û derbarê polîsan de gilî kiriye. Malbata Erin, di heman demê de ji raya giştî re banga hestiyariyê kir.