Li Geliyê Kersê ji bo 4’ê Nîsanê şitlên daran hatin çandin

Bi pêşengiya TAJÊ li Geliyê Kersê yê Şengalê ji bo 4’ê Nîsanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlên daran hatin çandin.

Şengal - Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Kersê yê Şengalê şitlên daran hatin çandin.

Beriya çandina daran, endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl axaftineke kurt kir û wiha got: “Destpêkê em 4’ê Nîsanê li Serok Apo û hemû cîhanê pîroz dikin. Em rojbûna Serokatî rojeke pîroz dibînin, weke tê zanîn dar sembola jiyana nû ne ji bo vê yekê jî em bi wesîleya rojbûna Serokatî şitlên daran diçînin. Ji aliyê din ve jî em tevî hemû êrîşên dijmin dev jê fikrên Serokatî bernadin û em ê li dijî her cure êrîşên wan li ber xwe bidin.”

‘Divê em xwedî li Serokatî derkevin’

Endama TAJÊ Nazê Elyas jî diyar kir ku weke jin û dayikên Şengalê ew îro li Geliyê Kersê ji bo 4’ê Nîsanê şitlên daran diçînin û wiha got: “Serokatî pir ji xwezayê hez dike ji ber vê yekê em jî ji bo rojbûna wî şitlên daran diçînin. Ji bo civaka Êzidî meha herî pîroz meha Nîsanê ye, çarşema serê Nîsanê ye bes rojbûna Serokatî jî di meha Nîsanê de ye. Rojbûna Serokatî rojbûna hemû gelên bindest e, ji bo vê jî beriya her tiştî divê em xwedî li Serokatî derkevin. Ji aliyê din ve her sal dema em nêzî rojbûna Serokatî dibin dewleta tirk êrîş dike lê divê bizanibe em tu carî gav paşve navêjin bi taybetî jinên Êzidî.”

‘Em ji ber pîrozkirina rojbûna Serokatî gelek kêfxweş in’

Her wiha endama TAJÊ Şêrîn Şengalî jî ev tişt anî ziman: “Em her sal ji bo rojbûna Serokatî li Geliyê Kersê şitlên daran diçînin. Ez 4’ê Nîsanê li şervanan, civaka Êzidî û hemû cîhanê pîroz dikim. Em gelek kêfxweş in ku rojbûna Rêber Apo li Şengalê tê pîrozkirin.”