Hunermendên Hewlêrê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

Hunermendên Hewlêrê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Hewlêr – Hin hunermendên Hewlêrê ragihandin ku ji bo mexdûrên erdheja Rojava û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi kampanya alîkariyê kirine.

Rêveberê Hunerî yê Shona Hîwa Sûad di civîna çapemeniyê de got, “Em weke Yekîtiya Hunermendên Hewlêrê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê kampanyayeke alîkariyê li dar bixin. Kampanyaya me dê 4 rojan berdewam bike. Li avahiya Navenda Yekîtiya Hunermendên Hewlêrê saet di navbera 10:00-18:00 de em li benda welatiyan in ku dixwazin alîkariyê bikin.”