Hikûmeta Îranê di 4 mehan de 199 kes îdam kirin

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, rejîma Îranê di çar mehên destpêkê yên sala 2023’an de herî kêm 199 kes îdam kirine.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku radigihîne ku di çar mehên sala 2023’an de herî kêm 199 kes li Îranê hatine darvekirin, ji wan 51 kes Kurd û 42 welatiyên Belûç in. Rejîma Îranê nasnameya 31 kesên ku hatine îdamkirin eşkere nekir.

Hat diyarkirin ku 6 girtiyên Ereb ên bi navê Elî Mecdam, Mihemed Riza Moghedam, Moîn Xanferî, Hebîb Darîs, Ednan Ghobîşavî û Selîm Mûsewî ku ji ber sedemên siyasî hatibûn girtin, ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê sewqî girtîgeha Şîban a Ehwazê hatin kirin. Girtiyên ji ber cezayê darvekirinê li girtîgeha Şîban a Ehwazê hatin qefilandin. Girtiyên navborî di 14'ê Sibatê de li Dadgeha Ehwazê ji aliyê Şaxa 4'an a Înqilaba Îslamî ya Îranê ve hatin cezakirin. Hate diyarkirin ku 6 kesên ku ji bo îdamê hatine sewqkirin, girêdayî tevgera siyasî ya "Harakah El-Nîdal" in.

Chaab ku ji Tirkiyeyê hatibû revandin îro hat îdamkirin

Pêşengê Haraketü’n-Nidal el-Arabiyye Li Tahriri’l-Ahvaz (Ji bo Rizgariya Ahwazê Tevgera Têkoşîna Ereban) ya di sala 1999’an de bi daxwaza xweseriya herema Huzîstanê ya bêtirê xwe Ereb lê dijîn ava bû, Habib Farajullah Chaab ku di sala 2020’an de ji aliyê îstihbarata Îranê ve ji Tirkiyê hat revandin û ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê îdamê lê hate birîn, îro hat darvekirin.  

Chaab di sala 2020’an de ji aliyê komeke ku li Îranê dixebitî ji Tirkiyeyê hatibû revandin û birin Îranê û di encama dozê de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Hat diyarkirin ku Chaab piştî ku li Tirkiyeyê bi jineke ku sîxurê Îranê bû re hevdîtin kiriye hatiye revandin.