Jinên Kobanê: Jin, Jiyan, Azadî felsefeya jiyana me ye

Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Jinên Kobanê piştgiriya xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku rejîma Îranê hewl dide bi qetilkirin û binçavkirina serhildanê lewaz bike.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di meha xwe ya 8'an de bênavber berdewam dike. Bi bilindbûna asta têkoşîna jinan a li dijî zextên pergala mêrperest, rejîma Îranê jî êrîş û gefên xwe li hember jinan dijwar kiriye. Jinên ku hicaba zorî red dikin rastî gefan tên, di 1'ê Gulanê de werzîşvan û çiyagereke jin hatin qetilkirin, gelek rojnamevan rastî binçavkirinê tên û li kîjan qada jiyanê jin peyamên serhildanê didin bi gefên cur be cur re rû bi rû tên.

Jinên ji kantona Kobanê piştgirî dan serhildana Rojhilata Kurdistanê û kiryarên rejîma Îranê yên li hember jinan nirxandin.

'Hêrs û bêdengiya bi salan derket holê'

 Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Canê Ebdo nirxandinên xwe yên der barê serhildanê de wiha anî ziman: "Bi salan e civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi zordariya rejîma Îranê ya di bin navê olê de rû  bi rû ne. Ji ber vê serhildana bi pêşengiya jinan dest pê kir, weke volkaneke li dijî kiryar û bûyerên bi salan teqiya. Bi bilindbûna hêrs û bertekên gel, rejîma Îranê jî asta tundiyê dijwartir kiriye. Bi taybetî jî weke tê zanîn di pergala Îranê de rêbaza darvekirinê ku di cîhanê de qedexe ye, heye. Êrîşên li hemberî vîn û serhildana jinan ne tenê li Îranê li pêş e. Li kîjan deverê jin biryara serhildanê û guhertina pergala serdest bidin, jin li wir tên qetilkirin. Di vê sedsalê de jî jinên Kurd pêşengiya şoreşên azadî û demokrastiyê kirin, ji bo vê jinên Kurd bênavber ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tên armancgirtin."

'Bi her gef û êrîşê re îsrar û vîna jinan xurtir dibe'

Canê Ebdo bi taybetî behsa kiryarên ku jinên serhildêr pê re rû bi rû dimînin kir û wiha got: "Dema ku vê serhildanê dest pê kir, rejîma Îranê hizirî ku wê di çend rojan de jin û gel rawestin. Lê pêlên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" sînorên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbas kirin û heta mirov dikare bêje navnetewî bû. Ji ber vê rejîma Îranê bi hemû rêbazên hov, derqanûnî û bêexlaqî hewl dide vê serhildanê biçewisîne û çirûska şoreşê vemirîne. Jinên beşdarî mitîng û meşan dibin, rastî binçavkirin ango qetilkirinê tên. Herî dawî jî werzîşvan û çiyager Mehsa ku li qontarên çiyayên Îranê qetilkirî hat dîtin. Vê kiryarê, îsrar û vîna jinên Rojhilatê Kurdistanê bihêztir kir û daxwaza azadiyê mezintir kir."

'Xweziya derfet hebûya me jî berê xwe bida Rojhilatê Kurdistanê'

Xwendekara beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Şivîn Hacî bi van gotinan piştgiriya xwe ya bi xwendekarên li Rojhilatê Kurdistanê re anî ziman: "Serhildana Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir lê heger mirov rewşa wê derê binirxîne em têbigihîjin ku ev serhildan encama bi dehan bûyerên weke qetilkirina Jîna Emînî ye. Ji ber vê ev serhildan bi hemû hêza xwe berdewam dike û em weke xwenedekar vê serhildanê silav dikin û dibêjin, xweziya derfet hebûya û em jî beşdarî serhildana wan bibûna da ku hêzê bidana wan. Bi taybetî jî xwenedkarên ku hemû rêbazên êrîşan dîtine ku herî dawî bi sedan xwendekarên jin ji aliyê hêzên  rejîma Îranê ve hatin jehrîkirin."

'Serhildanên ku bi pêşengiya jinan pêk werin dê bi ser bikevin'

Şivîn Hacî bal kişand ser felsefeya ku bû çavkaniya serhildanê û wiha axivî: "Em gotinên "jin, jiyan, azadî" ne weke hevok ango dirûşmê berz dikin, ji bo me jinan ev  gotin felsefeyeke hebûnê ye û em di warê jiyanî, zanistî, siyasî û hwd. de jiyanî dikin. Ji bo vê baweriya me heta dawiyê jî heye ku dê ev serhildan bi ser bikeve û ji bo daxwazên hemû jinan bibe bersiv. Serhildanên ku bi eşq, vîn û baweriyê dest pê bike û bikeve xizmeta doz ango gelekî, teqez wê serkeftinê misoger bike. Em jî ji qada şoreşê Kobanê heta Rojhilatê Kurdistanê hezkirin û piştgiriya xwe tînin ziman û têkoşîna wan a bênavber bi dil û can hembêz dikin."

'Tovên şoreşa jinan êdî şîn dibin'

Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan Helîme Osman metirsiya hêz û pergalên serdest ji serhildanên jin wiha nirxand: "Pergala serdest a mêrê desthilatdar xwe li ser tunekirina hebûn û heqîqeta jinan bi hêz dike. Ji ber vê heger jinan di roja îro de li dijî vê pergal û hişmendiyê serî hildane, ev tê wateya têkçûn û parçebûnê pergala desthilatdariyê. Ji bo vê em dibînin ku tundiya li hemberî jinan gihîştiye asteke bilind, ev jî tê wateya encamgirtina têkoşîna jinan. Ev heqîeta ku em behsê dikin, îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê jiyîn. Jinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî koledariyê serî hildidin û dibêjin ku jin, jiyan û azadî ye. Lewre jin qebûl nakin ku êdî bindest bin û weke zayendeke paşguhkirî were pênasekirin. Berovajî di roja îro de daxwazên jinan cudatir bûne, em êdî daxwaza mafê xwe yê rewa dikin. Metirsiya rejîma Îranê ji vê yekê ye, heger jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tiştên ku dixweze bi dest bixin, wê serdestiya wan ji holê rabe."

'Rejîma Îranê dixwaze bi riya tundiyê serhildanê lawaz bike'

Helîme Osman helwesta xwe li dijî hedefgirtina jinan ji aliyê rejîma Îranê ve wiha anî ziman: "Tevahî beşên civakê beşdarî serhildanê bûn û heta mêran jî dirûşma "jin, jiyan, azadî" berz kirin. Em her roj dibînin ku xwendekar tên jehrkirin, rojnamevan û hunermend tên binçavkirin, çalakvan û werzîşvan qetilkirî tên dîtin. Ev hemû kiryar di çarçoveya polîtîkeyên tirsandin û şikandina vîna jinan de ne. Heger jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanê rawestînin ango lewaziyê bijîn dê ev serhildan têk biçe. Ji bo vê em ê weke jin serhildan û şoreşa xwe berdewam bikin, em ê bi yekitiya xwe rejîma Îranê, AKP'ê û ya Baasê têk bibin."