Hikûmeta Îranê bajara Ciwanroyê dorpêç kir

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku serhildan didomin, hikûmetê bajarê Ciwanroyê dorpêç kir. Di serdegirtina malan de gelek welatî hatin binçavkirin.

MOJDA KIRMANŞANÎ

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin, tevî hemû zextan di meha xwe ya çaremîn de didomin. Bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, yek ji wan bajarên ku bi zextên domdarî yên dewleta Îranê re rû bi rû dimîne. Bi destpêkirina xwepêşandanên vê bajarê re, hezên girêdayî Muhafizên Şoreşê yên Îranê şandin Ciwanroyê. Muhafizên Şoreşa Îranê di çilemîn roja kesên di serhildana dawî de jiyana xwe ji dest dane de, ketina gel a goristanê asteng kirin. Muhafizên Şoreşê gule li welatiyan reşandin. Di encamê de çalakvanek din jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Telefonên wan tên kontrolkirin

Welatiya bi navê F.M der barê van bûyerên li bajêr diqewimin de, wiha got: “Ez ji bo tedawiyê çûm bajarê Kirmaşanê. Dema em hatin ber nuqteyeke kontrolê, me rawestandin û wesayîd û telefona hevjîna min kontrol kirin. Hesabên wî yên li ser malperên tora dijîtal kontrol kirin. Ji me pirsîn ka em bi aliyek re têkilî datînin an ne. Ji me pirsa hûn çima diçin Kirmaşanê kirin. Hêzên rejîmê û polîsên bi cil û bergên sivîl li seranserî bajar tên dîtin.”

Aqûbeta wan nayê zanîn

B.M ya li bajarê Ciwanroyê hiqûqnas e, behsa zextên derûnî yên li bajêr serwer e kir û wiha got: “Malbatên piraniya xwepêşanderên tên girtin nikarin dengê xwe dibin bihîstin û nûçeyên xwe bi medyayê re parve bikin. Di meha çaremîn a xwepêşandanan de bajar zerarek mezin dît. Bi dorpêçê re hatin û çûyîna eşyayan nîn e, buha pir zêde ne û xelaya xurekê, jiyana mirovan dijwar dike. Ya herî xerab jî xort û jinên ciwan û zarok tên girtin û aqûbeta hejmarek zêde ji wan nayê zanîn.”

Malbat tên derbkirin

Derûnînas N.A. jî wiha axivî: “Dorpêkirina bajarê Ciwanroyê û bicihkirina hêzên leşkerî li nava bajêr, ji bo dayik û bavan veguherî xewnereşkek. Ev bû sedama zêdebûna hejmara miriyan. Hêzên rejîmê di saetên sibehê de bi awayekî hovane êrîşî malan dikin. Jin û mêran digrin. Dayik û bavên temenê wan mezin ên ku dixwazin pêşiya vê yekê bigrin, tên derbkirin.”