Komeleya rojnamevanan ya Îranê: Ji sê rojnevanên girtî yek jê jin e

Li gor rapora Komeleya rojnamevanan ya Îranê 30 rojnamevan hîna jî girtî ne. Ji sê rojnamevanên girtî yek jê jin e.

Navenda Nûçeyan – Komeleya rojnamevanan ya Îranê bi boneya 10’ê Çileyê roja rojnemavanan ku dixebitin raporek weşand û diyar kirin ku li îranê ji 16’ê Îlona sala 2022’an destpêkirî heta niha hêjmara rojnamevanên ku hatine binçavkirin gihane 70 kesan. Di raporê de hat diyarkirin ku gelek ji rojamevanên girtî bi kefaletê hatin berdan.

Komeleyê di raporê de bi bîrxist ku heta dîroka 10’ê Çileyê hîna jî 30 rojnamevan girtîne û di nava van de herî kêm 9 rojnamevanên jin jî di nav de hene.

Di raporê de wiha hate gotin: “Komîte û desteya rêveberiyê ji bo rewşa şopandina rewşa rojnamevanên girtî dixebitin. Ji bo em hîn zêdetir rewşa rojnamevanan bizanin em di nava têkiliyan de ne.”

Di raporê de bal lê hat kişandin ku divê rojnamevanên girtî werin berdan û destnîşan kirin ku rojnamevanên komeleyê ji derveyî girtinê her roj ji bo îfadeyê gazî gelek rojnamevanan dikin û rojnamevanên ku hîna girtine navê wan wiha ne; ‘Farkhand Süryani, Nilufar Hamidi, Maral Darafrin, Maliha Darki, Mehrnoush Tafayan, Maryam Qannad, Elha Mohammadi, Yada Rabbani, Farzana Yahyaabadi.’