Hêzên rejîmê ji bêdengiya gel jî ditirsin
Kesên ku li ser banga komek jinên çiyager ên bajarê Sine xwestin kom bibin ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hatin astengkirin.

HÎMA RAD
Sine – Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê komek jinên çiyager pêyamên xwe yên nivisîbûn li ser pifdankan girêdan û ber bi ezmanan ve berdan. Duh jinên çiyager pankarta ku li ser bi Soranî ‘Jin, jiyan, azadî’ dinivisîne li herema Gueşe Kavir a Çiyayê Abider ku hilkişiyabûn ber bi ezmanan ve berdan.
Jinan bang kiribûn ku piştî vê çalakiya xwe îro car din li qadan kom bibin. Çiyayê Abîder a ku jin bang kiribûn ku li wê derê kom bibin ji hêla rejîma Îranê ve hat dorpêçkirin.
Seatên siharê jinên ku li Parka Zarokan a El-Emîra kom bûnûn ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin dorpêçkirin û kombûna wan hat qedexekirin.