Polîsan êrişî xizmên girtiyan kirin

Polîsan êrişê çalakiya nobeta edaletê ya ku di hefteya 31'emîn de li ber Edliyeya Stenbolê tê li dar xistin, kirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya nobeta edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Stenbolê hat destpêkirin di hefteya xwe ya 31’emîn de ye. Ji nobeta edaletê ya xizmên girtiyan ku li ber edlileya Stenbolê ya li Çaglayanê re, dayika Yakup Akman ku li Girtîgeha hejmar 3 a Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin Fînce Akman û dayika Xemgîn Karaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin Cemîle Karaş tevlî bû.

Polîsan xwest beriya çalakiya nobeta edaletê çalakî asteng bike. Di vê navberê de bi sedan polîsên ku ji bo dîmen kişandina rojnamegeran asteng bikin bi lêdanêrojnamegeran ji qadê dur xistin, dayikan jî dorpeç kirin.

Fînce Akman bi van gotinan bertek nîşanî bûyera jiyîn da: “Her hefte çima ev eşkence? Edî bes e”. Fînce
Akman li dijî eşkenceya bipergalî yê polîsan jî wiha axivî: “Êdî bes e, her roj zarokên me dimirin. Ewqas polîs tên vir, em mirov in, ewqas eşkence bes e. Me ji bilî daxwaza edaletê, çi sûc kir.”

Derp kirine, hatin binçavkirin

Xizmên girtiyan bi lêdanê hatin binçavkirin. Dayikên ku hewl hat dayîn bi zorê siharê wesayîta binçavkirinê bên kirin, di vê keliyê de bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" li ber xwe dan.

Nehat zanîn ku Fînce Akman û Cemîle Karakaş ên hatin binçavkirin, birin ku dere.