Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin civak û jinan diparêzin

Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qada jiyanê de rola pêşengiyê dilîzin. Jinên di hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin de cih digrin erka parastina civakê û jinan girtine ser milên xwe.

SÎBÎLYA ÎBRAHÎM

Reqa- Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xaleke girîng e di guhertina rastiya jinan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jin beşdarî şoreşê bûn û rolên pêşeng lîstin. Yek ji karên ku jin tevlî bûn jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn e. Pergala neteweya demokratîk ku li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştiye, xweparastinê esas digre û jin jî di vê de rolên pêşeng dilîzin.

‘Divê rêxistineke taybet ji bo parastina jinan hebe’

Rêveber giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helîme Mehmûd Ebû Bekir di destpêka axaftina xwe de li ser xweparastinê axivî û got: "Divê rêxistineke taybet ji bo parastina jinan di her civakê de hebe. Divê jin ji her êrîşên derve û hundir bên parastin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî roleke girîng di parastina gel û jinan de dilîzin. Di demên berê de li herêmên Cizîr Efrîn û Kobanê nav hêzên asayîşa Rojava bû lê piştî rizgarkirina kantona Reqa Tebqa Minbic û Dêra Zorê ji DAIŞ’ê hêzên ewlekariyê li her herêmê belav bûn û bi vê yekê navê xwe kir Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

‘Ji bo danûstandina bi gel re perwerde tê dîtin’

Helîme Mehmûd Ebû Bekir di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku li heremê, ji bo ewlehiya civakê xera bibe hinek lîstik hene û wiha pê de çû: “Hewldanên destwerdana dijber ku dixwazin fitne û gendeliyê li herêmê belav bikin hene. Lê belê bi hevgirtina pêkhateyan û yekdestiya hêzên ewlekariyê ev êrîş hatin têkbirin. meclisên xwecihî, rêveberî û leşkerî hatin damezirandin. Hejmarek bendên kontrolê li derve û hundirê herêmê û li ser riyên giştî hatin danîn. Her wiha ji bo endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn hişyar bin û bikaribin danûstandineke baş bi gel re bikin akademiyên birdozî hatin vekirin.”

‘Dewleta Tirk êrîşê hezên me dike’

Helîme Mehmûd Ebû Bekir Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî hêzên ewlekariyê nirxand û diyar kir ku dewleta tirk ji hêza jinan ditirse wiha got: "Beşên hatine aktîfkirin di warê rêxistnbûna ewlekariyê de gelekî girîng in. Beşa li dijî madeyên hişbir roleke mezin di têkbirina madeyên hişbir de dilîze. Trafîk jî kar li ser birêxistinkirina rê dike her wiha parastina deriyan dike û hwd. Navendên me rûbirûyî topbarana dewleta Tirk a dagirker tên. Akademiya beşa li dijî madeyên hişbir hat topbarankirin û di encamê0 de 29 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li dijî endamên hêzên ewlekariyê li Eyn Îsayê êrîş hat kirin. Ev hemû îsbat dikin ku dijmin ji hêza jinan ditirse.”

‘Erka me ya sereke ewlehiya civakê ye’

Rêvebera Hêzên Operasyonê Viyan Kobanê jî der barê girîngiya beşdariya jinan di nava hêzên operasyonê de nirxandin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hêzên Operasyonê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2020’an de hat damezirandin. Erka wê ya sereke ew e ku operasyonên paqijkirinê û di hemleyên ewlehiyê de cih bigre. Em dikarîbûn nêrîna civakê ya der barê karên jinan di hêzên operasyonan de bi riya perwerdeyan biguherînin. Her wiha beşdariya jinên di hêzên ewlekariyê de di hemleya "Ewlehî û Mirovî" de li kampa Holê jî nêrîna civakê guherand ji ber em rûbirûyî êrîşên jinên DAIŞ’î man û me gelek çek di kampên wan de dîtin her wiha me gelek jinên Êzidî rizgar kirin.”

‘Pêdiviya jinan bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hebû’

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Lîwaa Mehdiye Hilal got: "Jinan di demên berê de di nav hêzên ewlekariya hundirîn de cih digirtin lê ji bo taybetiyek wan çêbibe Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin di sala 2014’an de hat avakirin. Li kêleka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser parastina civak û jinan xebat dide meşandin. Di demeke ku em di civakek xwedî mejiyê mêr de dijîn diviyabû hêzeke taybet a jinan were avakirin. Me hewl da di van 10 salan de nêrîna civakê biguherînin. Îro gelek malbat hene zarokên xwe tînin ji bo bibin endamên hêzên ewlekariyê. Di demên berê de hejmara jinan di refên hêzên ewlekariyê de gelekî kêm bû lê bi demê re hejmar zêde bû.”