‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e’

Kombûna Jinan a Zenubyayê di peyama bi boneya 12’yemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê weşandî de got: “Armanca me pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji aliyê cîhanê ve naskirina rêveberiya me ya xweser e.”

Navenda Nûçeyan- Kombûna Jinan a Zenubyayê bi boneya 12’yemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyamek weşand.

Di peyamê de bal kişand ku Şoreşa Rojava şoreşa avakirina demokrasî, azadî, wekhevî û jinûve avakirinê ye. Di peyamê de îşaret bi giringiya şoreşê ji bo jinan kir.

Di peyamê de ev tişt hate gotin:

“Bi şoreşê re jinan; di gelek qadên weke siyasî, aborî, civakî û leşkerî de cihê xwe girtin. Bi pergala hevserokatiyê bi awayekî rasteqîn herêmê bi rêve dibin. Armanca me mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji aliyê cîhanê ve naskirina rêveberiya me ya xweser e.”