Hêzên Îranê li Merîvanê du zarok qetil kirin

Li bajarê Merîvan ê rojhilatê Kurdistanê zarokên 9 û 13 salî yên bi navê Hadî û Metîn Rashidimaneş ji aliye polîsên Îranê ve bi çekê hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gorî agahiyên bi dest ketine; polîsên Îranê duh li ser rêya Khorram Abad a gundê Qelqeleya Merîvanê zarokên bi navên Hadî û Metîn Rashidimaneş ku bira ne, gulebaran kirin. Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de her du zarok hatin qetilkirin û dayik û bavên zarokan jî hatin binçavkirin.