Hevserokên Giştî yê DBP’ê dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqan derkevin

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dengê xwe dan û wiha bang kirin: “Em xwedî li sindoqên xwe derkevin.”

Amed – Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li navçeya Rezan a Amedê dengên xwe dan. Uçar, dengê xwe li Dibistana Navîn a Şehît Bîrkan Gunduz da û wiha bang kir: “Bi rojan e em bi jin û ciwanan re, di şert û mercên ne wekhev de xebata hilbijartinê didomînin. Baweriya me ew e ku encama xebatên ku me bi kedeke mezin dane meşandin, bi îradeya gel derkeve holê. Amed ji yek bajarên ku qeyûm îradeya gel xesp kiriye, şûna siyaseta demokratîk talanê, rantê dixwaze ava bike ye. Me jî dengê xwe da. Bi vî awayî dixwazim bêjim bila her kes biçe ser sindoqan, dengên xwe bidin û xwedî li sindoqen xwe û paşeroja xwe derkevin.” 

Keskîn Bayindir jî dengê xwe li Dibistana Amadehî ya Îmam Hatîbê ya Ferdî Yîgît a Rezana Amedê da û wiha bang kir: "Ji tevahiya gelê me banga me ev e; şert û mercên wan çawa bin jî bila dengên xwe bidin. Bi dengekî gelek tişt diguherin. Her yekî me di asta muşahidê xwezayî de ye. Em her kesê vedixwînin dengdayînê, piştî dengdayînê jî bangî xwedîderketina sindoqan û dengên xwe dikin.”