Li Boulaq Al-Dakrourê li dijî tundiya li ser jinê xebatên hişyariyê tê meşandin

Jinên li taxa Boulaq Al-Dakrour a bajarê Gîza yê Misirê dijîn, di warê perwerde, îstîhdam û her aliyê jiyanê de rastî şîdet û cudakariyê tên. Ev yek jî dibe sedem ku di gelek waran de mafên wan werin binpêkirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Jinên li taxa Boulaq Al-Dakrour a bajarê Gîza yê Misirê dijîn, rastî cudakariya zayendî tên, di gelek waran de di bin zextên civakê de ne. Li taxa ku şiyariya di warê jinan de kêm e, jin bi tirsa ku di nava civakê de navê wan derkeve dijîn.

Têkildarî rewşa jinên ku li taxa Boulaq Al-Dakrour dijîn, pêdivî û pirsgirêkên ku derdikevin, alîkara Mudura Beşa Jinan a Navenda Medyaya Mafên Mirovan û Seroka Komîteya Karên Civakê ya Partiya Hamama Watan, Doha Omran, bersiva pirsên ajansa me da.

*Hûn li taxa Boulaq Fl-Dakrour dixebitin. Pirsgirêkên sereke yên jinên li taxê dijîn çi ne?

Em di qadeke populer de dixebitin û ji ber krîza herî girîng a em pê rê rûbirû ne, hebûna jinên ku haya wan ji mafên wan tune ye û heta di warê binpêkirin û mijarek de xwedî qabiliyeta biryarê nîn in. Dema ku em di warê prosedurên pêdiviya wan pê heye, bi taybetî jî di warê hiqûqî de, bi jinan re dixebitin, dibînin ku çawa ji aliyê kesên derdorê ve rastî şîdetê tên û di nava civakê de tên demxekirin. Ev yek jî mijareke tevlihev e, me ber bi çareseriyên alternatîf ve dibe. Gelek bûyer bi çareseriyên ‘dostane’ tên bidestgirtin lewre gelek jin, newêrin serî li riyên zagonî bidin û ji bo li taxa ku lê dijîn neyên cudakirin an jî navê neyên demxekirin mudaxeleyên ‘dostane’ yên kevneşopî daxwaz dikin.

*Rêxistinên jinan Boulaq Al-Dakrour jî di nav de li herêmên populer çiqas çalak in?

Rêxistinên femînîst li herêmên populer gelek di nava hewldanan de ne, bi taybetî ji ber ku mirovên li wan herêman dijîn, ji ramanên femînîst dûr in, di her warî de pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. Pirsgirêk ew e ku; şiyarî hê jî bi qasî hewce dike çênebûye, ev yek jî nîşan dide ku ji bo li qadê bandoreke rast çêbibe û barê jinên li wê herêmê sivik bibe, pêdivî bi hewldanên hevpar heye. Sedema krîza li herêmên populer ew e ku; xebatên mafên mirovan ên femînîst, ji aliyê civakê ve nayên pejirandin lewre gelek mêrên li vê derê, di wê baweriyê de ne ku xebatên wiha tenê weke; “xirakirina hêlînan” an jî weke ku jinan li dijî hevjînên wan bi hêz bikin û wan red bikin tên kirin.

*Li Boulaq Al-Dakroure, hûn di Konseya Mafên Mirovan de û bi rêxistineke partiyê re bi jinan re dixebitin. Hûn çi didin jinan û daxwazên wan ên bingehîn çi ne?

Yek ji daxwazên ku herî zêde tê kirin, mehaneya malnişîniyê û piştgiriya madî ye. Bi taybetî zêdetir jin ji ber ku ji bo piştgiriya bi vî rengî haya wan ji proseduran tune ye, em berê wan didin saziyên dewletê yan jî cihên pêwendîdar ên di dosyayê de. Her wiha em ji bo jinan rasterast hinek xizmetan dikin û ji bo ku bikaribin bi gelek zehmetiyan re derkevin serî, em dixebitin. Gelek caran ji bo em prosedurên pêwîst temam bikin, ez bi wan re heta Ofîsa Karên Civakî diçim û mijar gelek caran bi hevkariya bi me re bi encam dibe. Her wiha em li ser gelek daxwazên ku ji me re tên kirin dixebitin û Boulaq Al-Dakrour jî di nav de, ji ber ku em dixwazin li taxên populer di warê mafan di şiyariyê çêbikin, xebatên me yên di wî warî de didomin.

*Gelo hûn dikarin ji me re behsa hinek pirsgirêkên ku mirovên li taxê dijîn bikin?

Mînak zarokek keç, ji ber ku fikirîbû malbat wê xwedî nake, ji bo bi ciwanekî re bizewice malê terikand. Ev mijar mezin bû, heta ku zewac hat pejirandin mudaxele hat kirin. Gelek krîzên bi vî rengî yên ku gefê li jiyana zarokên keç û jinan dixwin hene. Ji ber şiyariya kêm, carna em bi hinek bûyerên îhmalê ku dibin sedem zarok kêmendam bibe re rûbirû dimînin. Yek ji wan bûyeran jî zarokek ku ji dema zayînê ve pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hebûn, hatibû îhmalkirin û dema ku bûbû 12 salî bi temamî ketibû rewşek ku nikaribû rabe ser xwe bû. Hinek krîzên wiha yên tendirustiyê, ji ber ku nayê fikirîn di pêşerojê de dê çi bibe çêdibin. Aliyekî din jî mercên aborî yên xirab in û li ser tendirustiya mirovan bandorên texrîbkar çêdikin.

*Li gorî we jin di kîjan warî de tên astengkirin û bêhêzkirin?

Gelek jinên li vê derê, di serî de ji ber zayenda xwe, ji ber hebûna otorîteya mêr hatine astengkirin û nikarin biryaran bidin. Ji bo mêran rolên ku wan di ser jinan de dibînin hatine dayîn û pejirandin û ev yek ji bo hemû aliyên jiyanê derbasdar e. Jin bi biryarên mêran tên astengkirin û çiqas zana bin bila bin, çiqas dikaribin biryarên rast jî bidin, ji ber ku li pêşiya wan adet û kevneşopî hene nikarin derkevin derveyî wan. Li taxên populer, li dijî mêrên ku cih didin nêrînên jinan demxebûna civakî heye. Bi heman rengî jinên ku rêgezên civakî yên hatine pejirandin derbas dikin û hewl didin daxwazên xwe pêk bînin an jî rolên ku yên derdorê layiqê wan nabînin dilîzin jî tên demxekirin. Ev jî dibe sedem ku gelek jin naxwazin bi rewşeke wiha re rûbirû bimînin.