Îsraîlê li nexweşxaneya Şîfayê 400 kes qetil kirin

Rayedarên Hikumeta Filistînê yên li Zîvala Xezayê ragihandin ku artêşa Îsraîlê li nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Xezayê ku 13 roj in di bin dorpêçê de ye, zêdeyî 400 Filistinî qetil kirine.

Navenda Nûçeyan- Hikumeta Filistînê li Zîvala Xezayê der barê rewşa nexweşxaneya Şîfa de ku 13 roj in di bin dorpêça artêşa Îsraîlê de ye daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku bi ser nexweşxaneyê de hatiye girtin û malên derdorê hatine hilweşandin û şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara malên ku li derdora nexweşxaneyê hatine hedefgirtin bûye 50. Artêşa Îsraîlê, li nexweşxaneyê û derdora wê, bi sedan nexweş, kesên ji cihên xwe bûne û personelên tendirustiyê desteser kirin û îşkence li wan kir, zêdeyî 400 kes jî qetil kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Artêşa dagirker hê li nexweşxaneya Şîfayê di şertê dermirovî de, bê av, derman, xwarin û kehrebe 107 nexweşan girtine û 60 personelên tendirustiyê di bin çavan de tên girtin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîl van nexweşan bi riya saziyên navneteweyî der barê tehliyekirina wan de hemû cureyên hewldanan asteng dike û ev rewş  jiyana mirovan dixe xeterê.

Bang li saziyên navneteweyî hat kirin

Hikumeta Xezayê bi gotinên “rêveberiya Emerîkayê, civaka navneteweyî, hinek welatên Ewropayê, artêşa Îsraîl ya li Zîvala Xezayê ji ber sûcên qirkirin, paqijiya etnîk bi giştî berpirsyar dibîne” ev bang kir: “Saziyên navneteweyî û welatên Ereb û Îslamê divê ji rewşa bêdeng û şermezarkirinê derbikevin û ji bo rawestandina êrişên qirkirin û hilweşînê tedbîrên pêwîst bigrin.”

Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bênavber berdewam dikin. Di êrişan de herî kêm 14 hezar û 280 zarok, 9 hezar û 340 jin jî di nav de bi giştî 32 hezar û 705 Filistînî hatin qetilkirin, 75 hezar û 190 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di bin xirbeyan de hê jî bi hezaran cenaze hene û ji ber êrişan nehatine definkirin.