Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal: Dem dema kar û xebatê ye

Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal serkeftina dîrokî ya li bi serhildana li Wanê çêbû, nirxand û got: “Berteka gel a demokratîk serkeftinê bi xwe re anî. Ji niha û pê ve em ê ji nû ve dest bi xizmet û avakirinê” bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan- Piştî serhildanên çend rojan, Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) paşve gav avêt û biryar da ku mazbatayê bide Abdullah Zeydan ê ku di hibijartinên 31’ê Adarê de bi dengê ji sedî 55 hat hilbijartin. Roja 5’ê Nîsanê hevşaredarên Wanê Neslîhan Şedal ve Abdullah Zeydan mazbatayên xwe girtin, hatin avahiya şaredariyê û dest bi xebatan kirin.

Gelê Wanê yê ku şaredariyên 14 navçeyên wê ji aliyê DEM Partiyê ve hatin girtin, li îradeya xwe xwedî derketin û bi biryar in ku dê heta dawiyê wê helwesta xwe bidomînin.

Me bi hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal re li ser pêvajoya ku derbas bû axivî Neslîhan Şedal bi gotinên; “Pêvajoyeke ku em ji vî gelê bi rûmet re bi layiqî xizmetê bikin li pêşiya me ye” bal kişand ku gelê Kurd bi salan e têdikoşe û rêveberiyên herêmî jî destkeftiyên vê têkoşînê ne.

‘Gel li dora partî û namezedên xwe bû xelek’

Neslîhan Şedal diyar kir ku gelê Wanê bi salan e hem li dijî polîtîkayên qeyûman hem jî mafên ku hatine binpêkirin têdikoşe û bal kişand ku gel li dijî wan pirsgirêrkan her dem têkoşiyaye, li dora partiya xwe DEM Partiyê bûye xelek û encama vê jî di 31’ê Adarê de derketiye holê. Neslîhan Şedal di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Ji bo vê xwedîderketin û rêxistinbûnê, divê em ji hemû hêzên bajar, heta saziyên civakî, partî, ciwan, jin û dayikan re spas bikin. Piştî pêşhilbijartinê, li dora namzedên ku diyar kirin kom bûn. Ev yek jî bû sedem ku li Wanê 14 navçe werin girtin.”

‘Me serkeftina mezin ji berê ve dîtibû’

Neslîhan Şedal da zanîn ku gel îmze avêtiye bin serkeftineke ku di dîrokê de mînakên wê kêm in û bi wê serkeftinê hilbijartin bi encam bûye û got ku bi têkoşîneke mezin û destkeftiyên girîng li her 14 navçeyan bûne xwedî gotin. Neslîhan Şedal diyar kir ku ev serkeftin, a gel, jinan, ciwanan û hemû hêzên bajar e û got: “Di dema xebatên xwe de me vê serkeftinê didît. Şêniyên bajar bi nêzîkahî û xebatên xwe beriya hilbijartinê jî nîşanî me dabûn ku dê encam serkeftin be.”

‘Têkoşîna gel bi xwe re serkeftinê anî’

Neslîhan Şedal bal kişand ku kes û aliyên vê serkeftinê hezim nekirin, mafê memnû yê hevşedar kirin hincet, hewl dan qeyûm bavêjin ser şaredariyê û diyar kir ku piştî vê yekê, gel çawa ku li namzedên xwe yên bi pêşhilbijartinê diyar kiribû, xwedî derketibû li dijî wê biryarê jî helwesteke bi rûmet nîşan dabû. Neslîhan Şedal bal kişand ku gel li dijî qeyûm berteka xwe ya demokratîk nîşan daye, rabûye serhildaneke dîrokî û wiha domand: “Ev serhildan bi serkeftineke mezin bi encam bû. Em vê serkeftinê tenê ya Wanê nabînin. Ji Wanê bigre heta bajarên din bertekên mezin çêbûn. Em ji vê derê ji hemû kesên ku xwedî li têkoşîna wekhevî, edalet û gel derketin re spasî dikin. Em ê vê pêvajoyê veguherînin têkoşîneke demdirêj û daîmî. Ji bo ku vê erdnîgariyê ji bo gelan, jinan û ciwanan bibe ciheke bi aram em ê li rê û rêbazên nû bigerin. Baweriya me heye, bi hemû kesên ku xwedî li vê têkoşînê derdikevin re em ê di vî riyê de bimeşin.”

‘Pêvajoyeke ku em bi layiqî ji gel re xizmetê bikin li pêşiya me ye’

Neslîhan Şedal got ku piştî girtina mazbatayên xwe, ew ê li şaredariyê dest bi xebatên layiqê gel bikin û bal kişand ku ji bo ji nûve avakirina bajar ew ê gavên girîng bavêjin. Neslîhan Şedal diyar kir ku ji bo Wanê bikin bajarê jinan û ekolojîk, ji bo çareseriyê ji pirsgirêkên gel re bibînin bixebitin û wiha domand: “Weke ku me berê jî bal kişandibû, bi felsefeya jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan, em ê xebatên xwe bimeşînin. Bi analîzkirina hemû pirsgirêkên civakî, ji bo dîtina çareseriyan em ê têbikoşin. Ji polîtîkayên qetilkirina jinan bigre, heta yên qirkirina xwezayê, ji krîza aborî bigre heta xizaniyê, ji bo hemû pirsgirêkan em ê têbikoşin. Pêvajoyeke ku em ê jiyana azad ava bikin û xizmeta layiqê gel bikin li pêşiya me ye. Bi vê perspektîfê di pêvajoya li pêşiya me de ji bo em ji nû ve Wanê ava bikin, bi şev û roj em ê bixebitin. Têkoşîna me di her warî de dê berdewam bike.”