Hevrîn Xelef li Minbicê hat bibîr anîn

Bi boneya 3’yemîn salvegera Hevrîn Xelef a di dema êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin li Minbicê pêşangehek hat vekirin û şevbuhurkek hat lidarxistin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sêyemîn salvegera şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, pêşangeheke wêneyan û şevbuhêrkek li dar xist.

Jinên Minbicê yên ku beşdarî pêşangeha ku duh hate lidarxistin bûn, diyar kirin ku dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina Hevrîn Xelef nikare îradeya jinên ku wê li ser şopa wê bimeşin bişkîne. Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de tekezî li ser temamkirina têkoşîna wê û hilanîna tolhildana ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hate kirin.

“Hesabên dagirkeran pêk nehat”

Di çarçoveya pêşangehê de endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Rojava û di heman demê de endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Şemsa Berkal got, "Em ji bo bîranîna sêyemîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef li vir bûn û em piştrast dikin têkoşîna wê bi şehadeta wê bi dawî nebû. Piştî şehadeta Hevrîn Xelef bi sedan şervanên jin li ser xaka me çêbûn, ku li ser rêya wê dimeşin, dagirkeriya Tirk difikire ku bi hedefgirtina Hevrîn Xelef îradeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkê, lê ev hesabên wan pêk nehat. Dagirkeriya Tirk her tim jinan hedef digire û weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê nikaribe îradeya me bişkîne. Wê bi dehan şervanên jin ava bibe li ser şopa şehîdên ku ji bo azadiya jinê canê xwe feda kirine bişopînin.”

“Em Hevrîn in”

Ji aliyê xwe ve endama Buroya Jin a Saziya Olî Werde Mihemed jî got, "Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kesayeta Hevrîn Xelef û şehîdbûna wê jî bandor bûn. Lê îradeya me ya şopandina riya wê xurtir bû. Em Hevrîn in û em ê rêya wê ya bilind ji bo avakirina aştiyê li Sûriyeyê bidomînin.