Filîz Budak: Dirûşma jinan bûye bîrdozî û felsefeya jiyana azad
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak der barê dirûşma jin jiyan azadî ku li seranserî cîhanê deng veda got: “Di sedsala 21’emîn de ji bo hilweşandina desthilatdariyên heyî yekane rê avakirina bîrdoziya rizgariya jinan e”.
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Ji dîrokê heta niha gel û bi taybetî jinên li Rojhilata Navîn bi pêşengiya dirûşmên watedar li hemberî hemû êrîşên li dijî jinan û binpêkirina mafên xwe yên jiyanê têdikoşîn. Dirûşma jin jiyan azadî ji Bakurê Kurdistanê heta Başûr, ji Rojava heta Rojhilatê Kurdistanê bûye çavkaniya berxwedana jin û gelan. Bi qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq” ve li îranê, bi pêşengiya jinan gelên Rojhilata Kurdistanê û Îranê, dirûşma jin jiyan azadî li deverên cîhanê bû çavkaniya serhildanan. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
“Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jinan derxist holê”
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak diyar kir ku pêla şoreşê ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin ji nişka ve derneketiye holê û wiha axivî: “Pêla şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Bêguman ew pêla şoreşê ji nişka ve derneket an jî wisa bingehek temamî ji Rojhilatê Kurdistanê negirtiye. Ev 40-45 sal in tevgera azadiyê şerê bîrdoziya rizgariya jinan, azadiya neteweyan û gelên ku li Rojhilata Navîn bindest in û wekî kêmar tên pênasekirin dide. Li Rojhilata Navîn di bin nîrê desthilatdariya dagirkeran de şerekî têkoşîna azadiyê ya gelan tê meşandin. Ev têkoşîn her çû veguherî ser xeta jinên azad û li ser xeta çanda jin-dayikê ya ku bi hezaran salan e bi destpêkirina pergala desthilatdar hatiye binaxkirin vejiya.
“Jinan îlhama xwe ji wê şoreşê girtin”
Filîz Budak da zanîn ku pêla şoreşa ya 2015’an li Rojava hat despêkirin li ser bingeha dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bû û wiha got: “Pêngavek din a berfirehtir li ser bingeha dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku niha derketiye holê bi pêş dikeve. Sedemên ku Rêbertî bi jinan dest pê kir, tevger wekî tevgerekî jinan pênase kir, di perspektîfên ku xwe de pir berfireh anî ser ziman. Pergalên ku bi aqilê mêrê desthilatdar hatine avakirin destpêke çanda jin-dayikê têk birine. Rêbertî got ji bo ku tu bikarî vê civakê, gelê û jiyanê cewhera wê vegerînî pêwîst e tu ji jinan dest pê bike û ger li Rojhilata Navîn şoreşê bidî pêkanîn pêwîst e tu pêşengiya wê bidin jin e. Ji ber vê pêla şoreşê ya 2015’an li rojava jî hat destpêkirin li ser heman bingehê bû. Şoreşa ku li Rojava bi pêşengiya Arîn Mîrkan, Awesta Xabûr, Barînan, Çîçekan em dibînin ku gelek salan li pey xwe hişt û belavê cîhanê bû. Di asta navneteweyî de jinan îlhama xwe ji wê şoreşê girtin û li vir pergaleke xweseriya demokratîk hat avakirin.
“Şengal êdî birînên xwe dipêçe, tola jinên hatine windakirin distîne”
Dema DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir cihên pîroz, çand û jinan hedef girt. Li wê derê nêrînek wisa hebû digotin jin nikarin xwe û civakê biparêzin. Li ser tecrube û qetlîamên ku pêk hatibûn, li Şengalê xweseriya demokratik hat avakirin. Bi fikra neteweya demokratîk ku Rêbertî pir jê bawer bû got; ‘Di Rojhilata Navîn de tişta ku bikare qeyrana pergalî yên heyî çareser bike fikra neteweya demokratik e.’ Dema ku li Rojava hat şênberkirin, li Şengalê jî bi şêwaza xweseriya demokratîk hat avakirin. Şengal êdî birînên xwe dipêçe, tola jinên hatiye windakirin dîstine. Ya ku wê yekê dike jî keç û jinên Şengalî ne. YBŞ’a ku li Şengalê hat avakirin jî xwe li ser esasê avakirina neteweya demokratîk e û li vir berxwedana jinan herdu diçe bi pêş dikeve. Ya herî girîng îro civaka Şengalê xwe diparêze. Li wir derê jin gihîştin astekê û ji ber vê ew civak dikare îro xwe biparêze.”
“Ji bo jinan bûye bîrdozî, rê û felsefeyek”
Filîz Budak diyar kir ku jin jiyan azadî her dem wek dirûşmek hat destgirtin û axaftina xwe wiha doamnd: “Me gelek caran di xebatên xwe yên jinelojiyê de jî ew tişt nîqaş kir. Me digot çima Jin Jiyan Azadî ewqas bandora xwe heye. Ya ku zayîne dibîne, pêk tîne jî jin e. Di giştî gerdûnê de jî heyîna mê ye. Çawa hemû hebûnên di xwezayê de ji xwezayê diherikin û diafirin mirov jî ji bedana jinan diafire. Ev bûyîna xwedî bingehîn yê jiyanê, hem bi azadiyê re têkiliya wê û hem jî bi têkoşîna tê dayîn re û bi xwezayê re tekîliya jinan bi awayekî berfireh datîne holê. Ji ber ve yê dema tê gotin jin jiyan azadî aliyê vê ye têkoşîne derdikeve holê. Êdî ew ji bo jinan bûye bîrdozî, rê û felsefeyek.”
“Ev dirûşmê bi paradîgmaya Rêber Apo tê pênasekirin”
Filîz Budak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê jî li ser heman bingehê bi pêş ket û wiha axivî: “Ev dirûşm bi paradîgmaya Rêber Apo tê pênasekirin. Îro li Rojhilata Kurdistanê tevgera jin ya bi pêş dikeve, serhildanên jin ên bi pêşengiya jinan de civaka Rojhilata Kurdistanê û Îranê digre dest li hemberî pergaleke desthilatdar têkoşînê dide meşandin. Ev jî hin zêdetir anternatîf e. Ew bibe bingehek. Ew yek çi nîşan dide; bi pêşengiya Rêber Apo jinên Kurd li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê di bin dirûşma jin jiyan azadî de îro li seranserê cîhanê hemû kes li derdora wê dirûşmê kom dibin. Ger ew dirûşm gerdûnî bûye û tevahî jinan li dora xwe kom dike dê di heman demê de pergala konfederalîzma jinan bi xwe re bîne. Niha di xeta rast de bi dirûşma jin jiyan azadî jin li hemû deverên cîhanê kom dibin. Ew xeta avakirina wê pergalê ye.”
Filîz Budak bal li ser kiryarên rejîma Îranê kişand û wiha pêl da axaftina xwe: “Rejîma Îranê saziyeke wekî ‘polîsên exlaq’ daye afîrandin lê em vê yekê wekî polîsên bêexlaq pênase dikin. Exlaqê kes nabe bekçîtiya tu kesê û exlaqê mirov bi azadiya mirov ve girêdayî ye. Bertekên tên nîşandan û kefiyên ku li vir hatine şewitandin bêguman nirx in. Ya bi nirx ew e ku dê perga li ser bingeha dirûşma jin jiyan azadî û têkoşîna bi pêşengiya jinan were hilweşandin. Heke pêşengiyek rast ji vê serhildanê re were kirin dê bikaribe li ser bingeha paradîgmaya demokratik were dayîn û ew jî encax jinên Kurd dikarin pêk bînin.”
“Bi rih û hestên jinan dê jiyana azad were avakirin”
Fîlîz Budak a destnîşan kir ku li her deverê cîhanê jin bi heman arman û polîtîkayê tên hedefgirtin wiha got: “Li her deverê jin tên kuştin. Ev pergal kuştina jinan ji xwe re kiriye weke sondek. Ji ber ku dizane ya pergala wî hilweşîne jin e. Çawa li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, li Rojavayê Kurdistanê Zeynep Saroxan û bi vê re yek jî rêhevala me ku bûye şopdara heqîqeta me Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat hedefgirtin ne tesaduf e. Pergala ku li ser bingeha jin jiyan azadi û li ser bingeha neteweya demokratik were avakirin hem pergaleke civakî ya gelan e hem jî îradebûyîna gel e, civakan û jinan derdixe pêş. Ji bo ku di sedsala 21’emîn de pergalên desthilatdar ku li cîhanê qeyran didin avakirin were hilweşandin yekane rê avakirina bîrdoziya rizgariya jinan e. Bi rih û hestên jinan bi tevlibûna jiyanê re dê jiyana azad were avakirin.”