Hevrîn Xelef li Hesekê hat bibîranîn

Bi nêzîkbûna salvegera 3’yemîn a qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevîn Xelef, Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Hesekê kon vegirt.

Hesekê – Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019’an de li ser Serêkaniyê û Girê Spî êrişên dagirkeriyê da destpêkirin. Di 12`ê Cotmehê de dema Sekretera Giştî ya partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef berê xwe da riya diwêlî ya bajarê Qamişloyê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Îro Partiya Sûriyeya Pêşerojê li ber navenda xwe ya taxa Nasrî ya bajarê Hesekê kon vegirt. Şandeya ji Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk, saziyên civaka sivîl û malbatê şehîdan pêk dihat serdana konê kirin. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê, serokê mekteba têkiliyan a partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih Zobe Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha anî ziman: “Hevrîn Xelef her dem ji bo wekheviya civakê û azadiya wê di nava kar û xebatan de bû. Di partiya Sûriyeya Pêşerojê de xwedî roleke pir girîng bû. Ji bo wê hat hedefgirtin hedefgirtina wê jî hedefgirtina gelê azadîxwaz e. Em wê bi bîr tînin û em ê şopdarên riya wê bin.”

“Di şexsê Hevrîn, Zeyneb û Nagîhan de civakê hedef digrin”

Bi navê Kongra Star a kantona Hesekê Cimana Ibêd jî da zanîn ku komploya hedefgirtina pêşengên şoreşê ji hedefgirtina Hevrîn dest pê kiriye û wiha got: “Dagirkeriya Tirk bi êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest bi komployek kir, komploya hedefgirtina jinan. Dixwazin bi hedefgirtina jinan îradeya civakê têk bibin lê em wekî tevgera jinan şopdarê riya şehîd Hevrîn in û ji bo azadiya tevahî jinan em ê têbikoşin.”

Berdevka Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Şedadê Cumana Ibêd wiha got: “Hevrîn Xelef di dilê her jinek de cihê xwe girt, ji ber ku ji bo azadî û demokrasiyê kar û xebat dida meşandin. Hedefgirtina Hevrîn hedefgritina civakê ye, dixwazin rê li ber pêşketin û azadiya civakê bigrin lewma dest bi hedefgirtina pêşengên wê kirine. Îro jî di şexsê şehîd Zeyneb û Nagîhan de berdewam dike û bi vê riyê dixwazin rê li ber projeya Neteweya Demokratîk bigrin.”

Endama Meclisa Sûriyeya Pêşerojê ya Hesekê Fatma Şiwêş bal kişand ser girîngiya avakirina yekitiyê di nava partiyan de û wiha anî ziman: “Hevrîn Xelef her dem ji bo yekitiya partiyan kar û xebat dida meşandin. Ji ber ku bi avakirina yekitiyê dê pirsgirêka Sûriyeyê were çareserkirin û dema yekitî were avakirin hêzê dide avakirin. Ji bo wê jî em ê şopdarên riya wê bin û ji bo avakirina yektiyê û misogerkirina serkeftinê em ê kar û xebatan bêtir bidin meşandin.”

Çalakiya konê bi dirûşma ”Şehîd Namirin , “Jin Jiyan azadî” bi dawî bû.

Yek ji pêşengên Şoreşa Jinê bû

Hevrîn Xelef li bajarê Dêrikê di sala 1983`an hat dinê û ji malbateke welatparêz e. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re ango di 19`ê Tîmeha 2012`an de Hevrîn beşdarî nava kar û xebatên şoreşê bû, bi erka rêxistina ciwanan rabû, paşê bi erka rêxistinkirina saziyên civaka sivîl rabû û ji wir jî bû Rêvebera Meclisa Aborî ya bajarê Qamişloyê. Xebata aboriya herêmê da meşandin û dema Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21`ê Kanûna duyem a 2014`an de hat ragihandin, saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên li Cizîrê hatin avakirin, Hevrîn bû cîgira Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê her wiha 2015`an de dema çend desteyên Rêveberiya Xweser bûn yek, Hevrîn di encama hilbijartinan de bû hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê û roleke aktîf di desteyê de lîst û ji kar û xebata aborî ya herêmê re bû bersiv. Kongreyê Damezrîner a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, di 27`ê Adara 2018`an de li bajarê Reqayê, bi beşdariya komên siyasî, Kurd, Erebî, Suryan, şêxên eşîran ên Bakurê Sûriyeyê û endamên partiyan hat lidarxistin, Hevrîn Xelef ji ber ku bi çalakiyên xwe yên pêşxistin û temînata mafan dihat naskirin, bû sekretera giştî ya partiyê.

Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019’an de li ser Serêkaniyê û Girê Spî êrişên dagirkeriyê da destpêkirin. Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re çeteyên DAIŞ’ê jî ketin nav liv û tevgerê. Di 12`ê Cotmehê de dema Sekretera Giştî ya partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef berê xwe da riya diwêlî ya bajarê Qamişloyê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hat hedefgirtin û di êrişê de encamê de bi îşkenceyê hat qetilkirin.