Li Îranê cezayê darvekirinê ji sedan 89 zêde bûye
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê diyar kir ku ji destpêka sala 2022’an heta niha li Îranê rêjeya kesên hatine darvekirin, li gorî sala borî ji sedan 89 zêde bûye û di nav de 2 zarok û 12 jin cezayê darvekirinê lê hatine birîn.

Navenda Nûçeyan – Di sala 2002’yan de Hevpeymana cîhanî ya li dijî cezayê darvekirinê, roja 10’ê Cotmehê weke roja cîhanî ya têkoşîna dijî cezayê darvekirinê nîşan kiriye. Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî Sezayê darvekirinê de, bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 mehên bûrî ya kesên li Îranê hatine darvekirin eşkere kir û li gorî daxuyaniyê rêjeya îsal ya jimara kesên hatine darvekirin li gorî sala bûrî ji sedan 89 zêde bûye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Hêjmara darvekirina girtiyan li bajarên Îranê bi rêjeyek zêde bilind bûye. Li gorî bîlançoyên ku hatîn bi destxistin ji destpêka sala 2022’an heta niha herî kêm 428 kes ku 2 jê zarok û 12 jê jin bûn li girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine darvekirin. Çavkaniyek fermî û medyaya navxweyî ya Îranê di nava vê demê de tenê darvekirina 52 kesan ragihandiye. 376 kesên din jî ji çavkaniyên herêmî yên pê bawer û parêzvanên Mafên Mirovan, rêxistinan me di bilançoyan de qeyd kirine.”
2 jê zarok, 12 jê jin, 121 kes hatine darvekirin!
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bi bîr xist ku hêjmara kesên ji serê sala 2022’an ve hatine darvekirin, li gorî sala bûrî ji sedan 89 zêde bûye û sala bûrî 226 kes hatibûn darvekirin. Li gora daneyan 121 kes di nava van deh mehên dawî de hatine darvekirin. Ji serê sala 2022’an ve herî kêm 2 zarok ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin û 12 jin li girtîgehên cûda yên Îranê hatine darvekirin. 11 ji wan bi sucê kuştinên bi qest cezayê darvekirinê li wan hatine birîn û yek jî bi sucê peywendiya wê bi madeyên hişber re hebû, hate darvekirin.