Li Sûdanê tundî zêde dibe: Herî kêm hezar û 850 kes mirin
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li Sûdanê bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dane û li welat tundî gihîştiye astên xeternak. NY’ê, ragihand ku ji destpêka salê ve hezar û 850 kes li Sûdana Başûr jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê bûyerên tundiyê û binpêkirina mafên mirovan roj bi roj zêde dibe. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya 26’ê Îlonê, tenê ji destpêka vê salê heta meha Îlonê li Sûdana Başûr zêdetirê hezar û 850 kes jiyana xwe ji dest dan.
NY’ê ragihand ku di vê pêavjoyê de hezar û 693 kes birîndar bûn, 423 kes hatin revandin û 169 kes jî astî tundiya zayendî hatine. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev hejmar li gorî hemana heyama sala borî zêdebûnek ji sedî 59 nîşan dide û dibe ku hejmarên rasteqîn zêdetir be.
NY’ê di rapora xwe de diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Sûdanê 45 kesan înfaz kirine û artêşa Sûdanê ji meha Adarê û vir ve li gelek eyaletan li dijî nîştecihbûnên sivîl "êrîşên hewayî yên bêserûber" pêkanî ye.
Li aliyê din, hate diyar kirin ku bi taybetî li eyaletên Warap û Jongleî pevçûnên eşîrî û etnîkî zêde bûne û ev yek jî bûye sedema zêdebûna ji sedî 33’ê mirina sivîlan.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku rewşa li Sûdanê nayê "nepejirandin" û banga demil dest rawestandina tundiyê kir.