‘Her ku dewleta Tirk bin dikeve berê xwe dide Şengalê’

Dewleta Tirk dîsa êrîşê Şengalê kir û di encamê de du sivîl birîndar bûn. Jinên Êzidî bertek nîşanî êrîşan dan û diyar kirin her ku dewleta Tirk bin dikeve berê xwe dide Şengalê lê ew ji tang û topên wan natirsin û heta dawî li ber xwe bidin.

Şengal-Dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê her ku têk diçin êrîşî deverên din ên Kurdistanê dikin û sivîlan dikin hedef.

Dewleta Tirk Duh saetên nîvro li nêzî Kampa Serdeştê ya Çiyayê Şengalê wesayîteke sivîl kir hedef û di encama êrîşê de du kes birîndar bû. Bi êrîşê re gelê Şengalê herikîn cihê bûyerê û êrîşê şermezar kirin.

Têkildarî êrîşê Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk bi piştgiriya hikûmeta Iraqê êrîşê Şengalê dike.

‘Dewleta Tirk bi êrîşên xwe îradeya me dike hedef’

Endama TAJÊ Nûrê Şengal da zanîn ku dîsa balafirên dewleta tirk di bin serweriya Iraqê de li Şengalê erebeyeke sivîl kiriye hedef û wiha got: “Tirkiye çiyayên Kurdistanê di serî de li her derê bin ketiye, li hilbijarinên bakurê Kurdistanê bin ket ji ber vê yekê bi hovane êrîşî her derê dike. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe îradeya civaka Êzidî dike hedef û nahêle civaka me xwe bi  xwe birêve bibe. Tirkiye ji ber di polîtîkayên xwe de binketiye her roj an êrîşê Şengalê dike yan jî Rojava dike. Daxwaziya min ji miletê me bila rabin ser piyan, li hember êrîşan li ber xwe bidin.”

‘Ez hikûmeta Iraqê şermezar dikim’

Endama TAJÊ Edûl Elî diyar kir ku hikumeta Iraqê bi bêdengiya dibe şirîkên êrîşên dewleta Tirk û ev tişt anî ziman: “Ez di serî de hikûmeta navendî ya Iraqê şermezar dikim ku piştgirî dide dewleta Tirk. Îro dîsa dewleta Tirk bi balafirên xwe zarokên me kir hedef. Em van êrîşan şermezar dikin, dema Erdogan têk diçe êrîşê me dike. Ma hikûmeta Iraqê jî hevalê wî ye? ger ne hevalê wî bûna her roj bi balafiran êrîşên me nedikirin. Gerîla balafirên wî xistin, di hilbijartinê de têk çû berê xwe dide me, em vê yekê qebûl nakin. Dewleta Tirk zanibe em tu carî bin nekevin, em ê hîn bihêztir bibin, ger me şehîd dabe em ê li pişt şehîdê xwe bin û em ê dev ji axa xwe bernedin. Divê hikûmeta Iraqê jî zanibe ji ber piştgirîdayîna xwe ya Erdogan em ê bersiva Iraqê jî bidin. Dê serkeftin her a me be.”

‘Em ji wan natirsin’

Her wiha endama TAJÊ Fîlûs Berekat jî da zanîn ku ew tu carî ji tang û topên dewleta Tirk natirsin, ew ê hîn zêdetir li ber xwe bidin û ev nirxandin kir: “Civaka Êzidî ji fermanê xilas bû lê vê carê Erdogan û hikûmeta Iraqê êrîşê me dikin. Erdogan ji ber binketiye êrîşê me dike û em vê yekê qebûl nakin. Em ne ji Erdogan re qebûl dikin ne jî ji hikûmeta Iraqê re qebûl dikin ku bên zarokên me şehîd bixin. Ji aliyê din ve hêviya min ji mileta Êzidî ew e rabe ser xwe û xwedî li şehîdên xwe derkeve.”