Jinên koçber ên Ereb ji bo 4’ê Nîsanê nêrînên xwe anîn ziman

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 75’an, jinên ku ji warên xwe koçber bûne axivîn û diyar kirin ger ji Ocalan nebûya dê rewşa wan weka yên Efganistan û Filistînê bûya.

Hesekê - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di 4’ê Nîsanê de dikeve sala xwe ya 75’an, 25 sal in di girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyeyê de girtî ye, zêdetirî 3 salan e agahî jê nayê girtin û di bin tecrîdeke girankirî de ye. Bi boneya vê rojê jî jinên Ereb ên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ji gundewarên xwe yên Serêkaniyê û Til Temirê koçber bûne, niha li navçeya Til Temirê li Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, axivîn.

'Ne ji Ocalan bûya wê rewşa me ji jinên Efganistan û Filistînê xirabtir bûya'

Rexed El-Bekir got ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan zayîneke nû ye ji jinên Ereb re û wiha domand: "Jin ji pêvajoya ku di civakê de weke ne mirov û bê maf dihatin dîtin, gihîştine pêvajoya xwerêvebirinê. Kê bawer dikir jin bigihîjin vê astê, bibin rêveber ango fermandar û civaka xwe birêve bibin, ji bo parastina jinan mekanîzmayên parastinê bi pêş bixin. Li hemberî hişmendiya baviksalarî îro jin bi fikrên Rêber Apo, xwe diparêzin. Ocalan riya xilasiyê ji me re vekir, jin ji bîra ku tê de bû xilas kir. Fikrên Rêber Apo nebûya, rewşa jinan îro xeter bû û wê jina koçber bi vî awayî xwe birêxistin nekiribûya. Em rewşa jinên koçber ên li parêzgehên din ên Sûriyeyê dibînin di çi rewşê de ne, bi fikrê Ocalan jina koçber dikaribû jinûve ser piyan bisekine."

Rexed El-Bekir da zanîn ku ew wekî jin xwedî şans in û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Eger rastî jî îro fikr û felsefeya Rêber Ocalan nebûya, wê rewşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rewşa jinên Efganistan, Efrîqayê, Somal û gelek welatên din xirabtir û xetertir bûya. Lê baş e û em xwedî şans in ku îro em xwedî rêberekî wiha ne, em Abdullah Ocalan rêberê xwe jî dibînin. Rojbûna Ocalan li hemû jinên Ereb, Kurd û Aşûr pîroz dikin û daxwaza azadiya wî ya fizîkî dikin."

'Yên wek Ocalan di vê cîhanê de kêm in'

Fatima El-Elî got ku di cîhaneke wek vê de kesek ji bo kesên li hemberî xwe biparêzin nikare xwe bixe xeteriyê, bifikirin ku êdî Ocalan çiqasî mezin e heta ku xwe dixe xizmeta gelan de û wiha pêl da gotina xwe: "Ocalan negot ku ez ji bo Kurdek, Erebek an jî Aşûriyek têdikoşim. Yên weke Rêber Abdullah Ocalan xwe ji bo gelan bikin mertal û ewqas sal di girtîgehê de bimînin, pir kêm in. Berpirsiyar û serokên dewletan jî wê rûbirûyê girtîgehan bimînin lê belê divê ku hemû serokên dewletan tecrîda ji hêla Tirkiyeyê ve li ser Ocalan dibe qebûl nekin û red bikin. Ji girtiyan re jî maf heye, çima rêberê me ji wî mafê bêpar dikin û rê nadin parêzer û malbatê wî bibînin û biaxivin."

'Di rojbûna wî de azadiya wî ya fizîkî daxwaza me ya sereke ye'

Fatima El-Elî di fikrên Ocalan de tiştên bala wê kişandine wiha tîne ziman: "Azadî, ew e ku mirov nêrîna xwe bibêje, bêyî ku bitirse, daxwaza mafên xwe bike. Ev hemû jî di civakê de, em jê bêpar bûn ruxmî ku ji pêwîstiyên me bûn jî. Madem Tirkiyeyê Ocalan dîl girtiye çima ewqas jê ditirse û tecrîdê giran dike? Îro Abdullah Ocalan ne kesek e, gel, netew ol û cîhan li pey wî ne. Bi fikrên Ocalan, weke jineke Ereb di nava çend salan de, gelek tişt ji bo me di nîvsedsala derbasbûyî de li welatê me nehatibûn kirin lê piştî wî hatin kirin. Ji lewre em di rojbûna Rêber Apo de azadiya wî ya fizîkî dixwazin."