Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar 705

Ji ber êrîşên Îsraîlê ên li ser Zivala Xezayê di nav 24 seetan de 82 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Li Xezayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 32 hezar 705.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de daxuyanî da. Eşref el-Kudra diyar kir ku êrîşên Îsrîlê ên li ser Zivala Xezayê de di nav 24 seetan de 82 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 98 kes jî birîndar bûne.

Eşref el-Qudra diyar kir ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê ku ji 7ê Cotmehê vir ve tên kirin de jiyana xwe ji dest dane bûye 32 ​​hezar û 705 û diyar kir ku hejmara birîndaran bûye 75 hezar û 190. Eşref El-Qudra bi bîr xist ku hîna cenazeyên di bin xirbeyan de û li kêleka rê mane hene.