Dayikên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 992’an de li Qada Galatasarayê aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1’ê Nîsana 1996’an de hat windakirin pirsin û gotin: “Em ê heta dawiyê hesab bipirsin.”

Stenbol-Dayikên/Mirovên Şemiyê, her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Qada Galatasarayê kom dibin û çalakiyan li dar dixin. Dayik/Mirovên Şemiyê bi heman armancê di hefteya 992'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û bi şopa windayan ketin. Di çalakiya îro de li gel malbatên windayan, Hevseroka Giştî ya Şaxa ÎHD’ê Eren Keskin û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Malbatan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û daxuyanî dan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1’ê Nîsana 1996’an de dema ji cem malbata xwe ya Edirneyê dihat mala xwe ya Stenbolê, di rêde hat windakirin, pirsin. 

‘Ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin’

Endama Komîsyona Kesên di Bin Çavan de Hatin Windakirin a ÎHD’ê Zeynep Yildiz daxuyanî da. Yildiz, anî ziman ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û di hefteya 992’an de di bin qedexeyan de daxuyaniyê didin. Yildiz, anî ziman ku 28 sal berê Talat Turkoglu winda kirin û wiha got: “Turkoglu bi nasnameya xwe ya sosyalist li navçeya Avcilar a Stenbolê dijiya. Di 29’ê Adara 1996’an de xwest biçe Edîrne dayika xwe bibîne. Lê wê demê polîsên sivîl ew şopand. Di 1’ê Nîsanê de dema vedigeriya Stenbolê ew winda kirin û careke din agahî jê nehat girtin.” 

Yildiz, da zanîn ku ji bo Talat Turkoglu bê dîtin malbatê û parazvanên mafên mirovan serî li hemû sazî û rayedaran dane, lê tu encam bi dest nexistine û got: “Di sala 1997’an de Endamê JÎTEM’ê Kasim Açik mikur hat û anî ziman ku Talat Bajarê Çadiran ê polîsan hatiye binçavkirin û avêtine Çemê Merîçê. Bêyî ku lêpirsîn bê kirin dosya girtin û ser bûyerê veşartin.”  

‘Bila aqûbeta hemû kesên hatine windakirin bê ronîkirin’

Yildiz, bibîr xist ku DMME’ê Tirkiye mahkum kir, lê dîsa jî tu gavên şênber nehatin avêtin û wiha got: “Tevî biryara DMME’ê Dozgerê Komarê yê Edîrneyê da zanîn ku pêwistî bi lêpirsînê tune ye. Malbatê di sala 2020’an de dîsa serî li DMME’ê dan.

Yildiz, xwest di serî de aqûbeta Turkglu û hemû kesên hatine windakirin bê ronîkirin û hesab ji kujeran bê pirsin. 

Hemû serlêdan bê encam man

Piştre xwişka Talat Turkoglu Munube Turkoglu jî anî ziman ku 28 sal in birayê wê hatiye windakirin û wan serî li hemû qadan daye. Turkoglu, destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan bê encam mane, lê dê dîsa têkoşîn û lêgerîna xwe berdewam bikin. 

‘Hîkûmet kujeran diparêze’

Xwişka Huseyin Toraman, Sakine Toraman jî ji Almanyayê tev li çalakiyê bû. Sakîne Toraman anî ziman ku birayê wê 33 berê winda kirin û wiha got: “Kesên 33 sal berê birayê min winda kirin hêj hesab nedane. Îro hîkûmet bi van hesin û bendan pêşiya me digire û kujeran diparêze. Heta ku winda neyên dîtin û kujer hesap nepirsin em ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.” 

‘29 sal in em li vir aqûbeta windayan dipirsin’

Herî dawî dayika Murat Yildiz ê Hanife Yildiz jî axivî. Hanife Yildiz bang li Serokkomar kir û wiha got: “Ez bang li Serokkomar dikim. 29 sal in em li vir aqûbeta windayan dipirsin. Ez bang li Wezîrê Karên hundir dikim. Kurê min di sala 1995’an de hat windakirin ez ê heta dawî hesap bipirsim.” 

Piştî dayik/mirovên Şemiyê daxuyanî dan, qurnefil avêtin Qada Galatasarayê ku polîsan ew bi hesin û bariyeran pêçaye.