Hejmara kesên li Sudanê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 118’an

Encûmena Parastina Şaristanî ya Sudanê diyar kir ku ji ber lehiyên hefteya borî, heya niha 118 kes mirine û 118 kes jî windane.

Navenda Nûçeyan - Encûmena Parastina Şaristanî ya Sudanê derbarê ziyanên canî û madî yên lehiyê de daxuyaniyek belavkir. Li gorî daxuyaniyê di encama lehiya hefteya borî hat jiyîn de, hera niha 118 kes mirine û 118 kes jî windane. Her wiha hate gotin ku 42 hezar û 258 xanî ji ber lehiyê ruxiyane.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Wîlayetên Gedefer, Kasala, herêmên bakur û Başûrê bajarê Kordovan ziyanê ji lehiyê dîtine.

Ji ber ziyanên lehiyê, berpirsên Sudanê heya dawiya mehê li 6 wîlayetan rewşa awarte ragihandin.

Hêjayî gotinê ye di meha borî de ji ber barana zêde li Emerîka, Çîn, Siûdî, Îmarat, Hindistan, Îran, Pakistan, Tunis, Korya Başûr, Yemen û Sudanê lehî rabûn û di encamê de bi sedan kes mirin, winda bûn û koçber bûn.