Çalakiya konvedanê di roja 32’yemîn de didome

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ve li ber navenda Netewên Yekbûyî ya li Qamişlo hat destpêkirin di roja 32’an de didome. Çalakvanan gotin: “Heya dengê me neyê bihîstin û dewleta Tirk neyê cezakirin em ê li vir bin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Hêzên Parastina Civakî (HPC) ev 32 roj bê navber li ber deriyê navenda Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriye bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê herêmê, çalakiya xwe didomînin.  Gelê herêmê di biryara xwe de bi israr in ku ew nahêlin dewleta Tirk ax û rûmeta wan dagir bike.

Îro Kongreya Star û Meclisa navçeya Til Temir ya Kantona Hesekê beşdarî çalakiya kon konvedanê bûn. Di nava çalakiya konvedanê de hemû pêkhatiyên herêmê li kêleka hev biryara xwe ya serkeftin û têkoşînê didin û bi yek rihî govendên azadiyê li ber deriyê bêdengiya navnetewî digerînin. Çalakvanên konvedanê têkildarî mijarê helwesta xwe anîn ziman û ji ajansa me re axivîn.

“Divê dewleta Tirk bê cezakirin

Rêvebera Hêzên Parastina Civakî Hediya Ebdullah behsa berxwedaniya çalakvanên ku ev 32 roj in berxwe didin kir û ev tişt got: “Em bêdengiya cîhanê şermezar dikin. Li vir armanca me diyar e ku heya dengê me neyê bihîstin û dewleta Tirk li ser sûcên di derheqê gelê me de neyê cezakirin em ê li vir bin. Çalakiya me li dijî qetilamên dewleta Tirk a li ser civaka sivîl e. Weke tê zanîn du dewletên serwer ku xwe wek rêveberên cîhanê dibînin li ser axa me gerantor in, lê tevî wê jî berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re dimeşînin û gelê me dikin qurbanî. Mixabin heya niha 32 roj derbas dibin ev navenda Netewên Yekbûyî dengê xwe nakin, bangewaziya me azadî û aşîtiye. Em tu xwestekên derveyî mafê xwe ne xwestine. Gelê me li vir helwesta xwe diyar dike û nîşana serkeftinê her bilind dike. Ger dewletên li vir gerantor in bi erka xwe ranabin û ji axa me derkevin. Êdî dem hatiye ku Erdogan li ser sûcên derheqê mirov û civakan de dike bê cezakirin.”

“Kesê ku axa xwe bifroşe kesekî bê rûmet e”

Rêveberiya Kongra Star ya Navçeya Til Temir Edla Ehmed kiryarên dewleta Tirk a li ser herêmê şermezar kir û wiha helwesta xwe anî ziman: “Em bi kelecaneke germ tevlî çalakiya konê bûn, ji ber ev kon konê rûmetê ye. Em niha ji ber wijdanê wan ya razayî hişyar bikin, li pêşberî Netewên Yekbûyî ne. Rojane gelê me di bin gefan de ye, lê vîna me jî xurt e û em ê têkoşîna xwe heya dawî bidomînin. Kesên ku axa xwe difroşin û sîxurtiyê ji dewleta Tirk re dikin em wan jî şermezar dikin kesê ku axa xwe bifroşe kesekî bê rûmet e û sibe dewleta Tirk jî lê xwedî dernakeve. Ev mirovên wiha bê exlaq bê qîmet in. Axa me ji pereyên dewleta Tirk nirxtir e û em tu carî dilovaniyê li van kesên wiha dikin nakin.  Em ê weke gel bi xwe wan cezabikin ku ji bo hemû kesên ku dixwazin destdirêjiyê li ser nirxê gelê me bikin, bibe mînak.”