Hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 8 hezar û 574’an

Hêjmara kesên ku di erdeheja navend Mereşê de jiyana xwe ji dest dane giha 8 hezar û 574’an û hat ragihandin ku hêjmara birîndaran jî gihaye 49 hezar û 133’an.

Navenda Nûçeyan - Erdheja ku navenda wê Mereş ku di 6’ê Sibatê de bi pileya 7.7 pêkhatî û bûyî sedemê karesatên mezin, hêjmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibe.

Hat ragihandin ku neya niha hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaye 8 hezar û 574 kesan û hat ragihandin ku hêjmara birîndaran jî gihaye 49 hezar û 133’ an, hejmara avahiyên ku hilwşiyane jî gihaye 6 hezar û 444’an.