Li Tirkiyeyê daraz jinên rastî tundiyê tên sûcdar dike

Jinên ku rastî tundiyê tên bêyî ku li giliyên wan were guhdarîkirin wan dişînin malê. Yên ku pêvajoya darazê didin destpêkirin jî tên sûcdarkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Îsal li gorî sala borî cînayetên jinan ji sedî 88 zêde bûn. Li gorî daneyan li welat di 10 mehên destpêkê de 275 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, bi dehan jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Jinên ku dê di 25'ê Mijdarê de li dijî betalkirina Peymana Stenbolê neqebûlkirina biryara tedbîrê ya dadgehan û ji kiryaran re pêkanîna rewşa baş an jî daxistina provokasyonên neheq ên dengê xwe bilind bikin dê banga 'ji bêcezatiyê re dawî’ bikin. Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê Burcu Korkmaz Beştaş diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê cesaretê dide sûcdaran û di encama vê cesaretê de jî tundiya li dijî jinan zêde dibe, pêvajoya girtina serlêdanên tundiyê û piştî wê nirxand.

'Bêcezatî hêzê dide kiryaran’

Burcu Korkmaz Beştaş a ku bi bîranîna Xwişkên Mîrabel ên sembola 25'ê Mijdarê dest bi axaftina xwe kir, da zanîn ku têkoşîna jiyana wekhev û azad a Xwişkên Mîrabel dane destpêkirin, wek jin dewr girtine. Burcu Korkmaz Beştaş, diyar kir ku ew wek parêzerên jin di qada têkoşînê ya aktîf de ne lê ewqas jî di qadek wê ya ewqas pirsgirêk û zehmet de cih digrin û bi van gotinan bal kişand ser feresata mêr a di darezê de: "Dema em piştgiriyê didin têkoşîna hiqûqî ya jinên hatine qetilkirin û rastî her cure tundiyê tên, di heman demê de neçar dimînin bi daraza mêr û pirsgirêkên ku wan derxistine re jî têbikoşin." Bûrcu Korkmaz Beştaş bal kişand ser zîhniyeta mêraniyê ya di darazê de û destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezatiyê zirarê didin têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û diyar kir ku cezayên kêm ên ku dadgeh didin, kiryaran cesaretê dide wan û ev ev cesaret zêdetir bûyerên tundiyê derdixe holê.

'Hewl didin jinên ku ji bo giliyê diçin qereqolan ji bo gilî nekin îkna bikin’

Burcu Korkmaz Beştaş bal kişand ku pêvajoya bêcezatiyê ya li darazê tê meşandin di qonaxa gilîkirinê de dest pê dike û da zanîn ku jinên ji bo gilîkirinê diçin qereqolê ji aliyê erkdaran ve bêyî ku giliyê wan bê girtin, dişînin malên wan û wiha got:

“Dosyaya Îpek Er û dîsa piştî windabûna Gulistan Doku nemeşandina lêpirsînek bi bandor, du mînakên herî şênber ên vê polîtîkaya bêcezatiyê ne. Her çiqas kiryar diyar in jî beyî lêpirsîneke bi bandor were meşandin negirtina kiryar û cezayên pêwîst negirtina wan jî ji vê yekê re mînak e. Ji bo têkoşîna bi van polîtîkayan re divê qanûn bên pêkanîn. Divê qanûn bi awayekî bi bandor û bilez bên pêkanîn û riyên bi vî awayî bên pêşxistin. Jin ji xeynî vê polîtîkaya bêcezatiyê, li qereqolê ku hê cara ewil rastî tundiyê tên xwe bispêrin û têkoşîna hiqûqî bidin destpêkirin diçin tên mexdûrkirin. Jin ji ber polîtîkayên navbeynkarî û  devjêberdana gilîkirinê ya ji aliyê erkdaran ve tên meşandin, beyî gilî bikin vedigerin malên xwe.”

'Pêvajo ji aliyê erkdaran ve tê sabotekirin’

Burcu Korkmaz Beştaş, diyar kir ku di dosyaya gelek jinan de diyar dibe ku jin beriya bên qetilkirin ji bo gilîkirinê çûne meqamên pêwîst lê bêyî serlêdana wan bê girtin, paşve hatine vergerandin û tedbîr nehatine girtin û da zanîn ku rewşên bi vî awayî bi taybetî di bûyerên tundiya di nava malê de zêdetir tên jiyîn. Burcu Korkmaz Beştaş bi vê hevokê tiştên hatin jiyîn pênase kir: "Ji ber vê yekê hê jî têkoşînek hiqûqî nehatiye destpêkirin, ev pêvajo ji aliyê erkdarên edlî û îdarî vê tê sabotekirin.”

‘Daraz bi helwesteke sûcdar nêzî jinan dibe’

Burcu Korkmaz Beştaş, pirsgirêkên pêvajoya darizandiê yên piştî gilîkirinê tên destpêkirin jî yek bi yek vegot û wiha axivî: “Jin neçar dimînin êrîşa zayendî û tundiya ku dijîn li gelek cihan vebêjin. Îstîsmar û şîdeta ku li gelek deveran hatine jiyîn vebêjin. Di pêvajoya darizandinê de em dibînin ku daraz pir zêde bi helwesteke sûcdarkirinê nêzî gelek mexdûran dibe. Em dibînin ku di danişînên divê kiryara kiryar bê lêkolînkirin de, jiyana taybet a jinan û şêwaza jiyana wan gelek tê lêpirsînkirin û ger neyê kirin jî destur tê dayîn ku ji aliyê kiryar û parêzerên kiryar ve bê lêkolîlnkirin. Ev jî di warê jinan de pêvajoyek pir zehmet û jê vegerandin a ku vê têkoşîna hiqûqî bide destpêkirin û domandin e.”

'Divê em ji bo jinên tên qetilkirin li qadan bin'

Burcu Korkmaz Beştaş herî dawî bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û wiha bi dawî kir: “Bi salan e jin li van qadan her dem têdikoşin. Demek dirêj e ji bo pirsgirêkên xwe vebêjin dengê xwe bilind dikin lê belê divê di rojeke taybet a weke 25'ê Mijdarê de hemû jin li hev bicivin û ji bo vê helwesta mêr a darazê, polîtîkayên bêcezatiyê û jinên ji ber vê sedemê hatin qetilkirin bibin yek. Tiştên ku bi me didin jiyîn em hemû jî pir baş dibînin û ji ber vê yekê ji bo têbikoşînê divê em li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.”