Jinên Yemenî: Ji bo destkeftiyan em ê qonaxeke nû ya têkoşînê bijîn

Jinên Yemenî li dijî mêr-dewlet behsa têkoşîna ji destpêkê heya roja îro kirin û gotin: “Em di qonaxeke nû ya têkoşînê de ne ku ji bo destkeftiyên siyasî, aborî û civakî têkoşînek mezin dihewîne û ji bo avakirina aştiyê hewl dide.”

NOOR SURAIB

Yemen - Li Yemenê têkoşîna jinan di pêwajoyên zehmet re derbas bûye. Jin li başûr ji ber dagirkeriya Îngîlîzan, li Bakur jî ji aliye rêveberiya paşwerî ve bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane. Tevgera jinan ruxmê hemû polîtîkayên dijminane yên li hemberî jinan di sala 1960’an de di gelek qadan de rolên girîng lîstiye.

Pevçûnên li Yemenê dîrokek xwe ya kevn heye, bandora kevneşopî û edetan zehmetiyên jiyana jinan zêdetir kirine. Wê demê Eniya Neteweyî ji bo kêmkirina van bandoran û misogerkirina beşdariya jinan di înşaet, îmar, kar û perwerdeyê de kampanyayên berfireh da destpêkirin. Jinan bi têkoşîna li dijî mêtingeriyê, ji bo bidestxistina mafên xwe yên sivîl û siyasî hewldanek mezin dan. Piştî yekbûna komara Bakur û Başûrê Yemenê, bandora erênî ya têkoşîna jinan berdewam kir. Jinan li herêmên bakur jî di warê perwerde, kar û mafên civakî de heman destkeftiyên ku jinên başûr bi dest xistine, bi dest xistin.

Jin ji pîşeyên xwe hatin dûrxistin

Hind Omeiran wiha behsa serdema salên 1990’î kir: “Li Yemenê bi taybetî li Başûr destkeftiyên berbiçav û rast ji bo jinan hebûn. Li ser kevneşopî û Îslama siyasî sîstemeke nû hebû. Ev yek bû sedem ku jin gelek winda bikin, weke rakirina Zagona Malbatê ku rejîm di wê baweriyê de bû ne li gorî hizra siyasî ya serdest a wê demê bû lê jinên têkoşer bêdeng neman.”

Hind Omeîran da zanîn ku jin ji bo vegerin jiyana xebatê ya ku ji ber pergala nû ya siyasî hat redkirin, têkoşîna xwe didomînin û got: “Jin di beşên sivîl, leşkerî, dîplomatîk, çandî û civakî de bûn lê ji kar hatin dûrxistin. Karên wan derbasî karên îdarî bûn. Weke mînak, her çendî diviyabû dadgerên jin li dadgeh û dozgeran bibûna jî lê li kargeh û daîreyan hatin tayînkirin û venegeriyan karên xwe yên asayî. Ji salên 1990'î heta 2009'an, jin têkoşiyan, ji bo ku karê xwe biparêzin û mafên xwe yên sivîl û beşdariya siyasî bi dest bixin."

‘Jinan encama daxwezên xwe girtin’

Hind Omeîran di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şoreşa ‘Bihara Ereban’ li ser jinên temenê wan mezin bandorek mezin daye avakirin û gotinên xwe wiha berdevam kir: “Jinan daxwazên xwe yên ku pêşkêşî partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî domandin. Şoreş gelek balkêş bû, ji bo hemû mijarên sivîl, leşkerî, siyasî, mafên mirovan û dadmendiyê erk dan wan. Di çarçoveya Diyaloga Neteweyî de pêvajoya derbasbûnê hat nîqaşkirin. Di makezagona nû ya ku di korîdorên diyaloga neteweyî de ji bo amadekariya hatina jinan bo cihên biryardanê hatibû amadekirin, kotaya temînata beşdarbûna jinan bi rêjeya ji sedî 30 hat erêkirin. Li ser girîngiya mafên wekhev hat destnîşankirin û yek ji wan encaman jî ew bû ku mafên jinan hebû zarokên xwe bikin welatî. Li hemberî kampanyayên ku partiyên li dijî dewleta sivîl dan destpêkirin, îradeya jinan a têkoşîna ji bo mafên sivîl û siyasî balkêş bû.”

‘Heya ku perwerde tunebe dê aramî jî çênebe’

Parêzvana mafên jinan û lîkolîner Nabila Daada jî got: “Şerê li Yemenê nêzî 2 hezar û 500 dibistan tune kir û asta nexwendin -nenivîsandinê beriya şer ji sedî 45 bû piştî şer derket seriya ji sedî 65’an. Ji ber ku jin koma herî feqîr û mexdûr bûn, gihandina wan a perwerdeyê zehmet bû. Di vir de xala ku divê were nirxandin ew e ku heta jin û zarokên keç bi perwerdeyê bi hêz nebin, li welat pêşketin û aramî pêk nayê.”

‘'Em ê qonaxeke nû ya têkoşînê bijîn '

Rojnameger Ahed Yassîn diyar kir ku ji ber şer li ber tevgerandina jinan astengiyên nû hatine derxsitin û wiha pê de çû: “Rêwîtî êdî weke bere ne hêsan e. Ev yek bandoreke mezin li ser karê min di warê siyasî û zagonî de dike. Şer bandoreke mezin li zarok û jinan dike. Ji ber vê yekê em ê qonaxeke nû ya têkoşînê bijîn ku di nav de vegerandina mafên jinan, têkoşîneke mezin a ji bo destkeftiyên siyasî, aborî û sivîl û hewldana avakirina aştiyê heye. Jinên Yemenî dê dîsa li ber xwe bidin û cudakariya li dijî xwe red bikin.”

'Divê jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin'

Ahed Yassîn bal kişand ser rapora herî dawî ya Komîteya Têkbirina Hemû Cêwaziyên li Dijî Jinan (CEDAW) hat weşandin û wiha got: “Di raporê de hat ragihandin ku ji sala 2014'an û vir ve di warê mafên jinên Yemenê de kêmbûnek heye û bang li rayedarên Yemenê hat kirin ku di vê mijarê de bi tevahî, hevkariyê bikin. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo hêsankirina gihandina bilez, ewle û bê asteng a alîkariyên mirovî ji bo hemî deverên welat, banga beşdariya watedar û berfireh a jinên Yemenî li hemî qonaxên pêvajoya aştiyê dike.”