Hejmara 5’emîn a Kovara Nîsan: Eşqa Êzdayetî li hemberî zilmê serî hildaye
Kovara Nîsan bi hejmara xwe ya nû gihîşt ber destê xwendevanan. Di hejmara nû de bi qasî rastiya bi êş a fermanê, milê tekoşîn û avakirina civaka Êzidî ya li Şengalê jî hatiye vegotin.
Şengal - Kovara birdozî civakî û çandî ya Nîsan, bi zimanê Kurdî û Erebî ye û 3 mehan carekê derdikeve. Hejmara 5’emîn a bi dirûşma ‘Eşqa Êzdayetî Li Hemberî Zilmê Serî Hildaye’ derket.
Di vê hejmara ku mehên Tirmeh, Tebax û Îlonê digre nav xwe de, cih zêdetir ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê re hatiye veqetandin. Wek tê zanîn beriya 12 salan hêzên kapîtalîst xwestin bi destê DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn serdemeke tarî serwer bikin û nirxên civakên qedîm ên li Mezopotamyayê qir bikin. Bi vê armancê êrîşî civaka Êzidî kirin û di encam de bi hezaran Êzidî qetil kirin, bi hezaran jinên Êzidî kirin kole û bi hezaran jî dan koçberkirin.
Di fermana 74’an de jinên Êzidî êş û azarên giran jiyan. Lê çîrokên berxwedanê ji wan êş û azaran mezintir bûn. Dayê Gulê, Dayê Erzan, Cîlan û bi hezaran jinên weke wan di dîroka azadiya jinê û di çand û baweriya Êzdayetî de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin. Îro, jinên Êzidî bi xwerêxistinkirin û tekoşînê tola fermanê hiltînin.
Berxwedana jinên YPJ’yî vedibêje
Di hêjmara pêncemîn a kovara Nîsan de salvegera 12’emîn a fermana 74’an hatiye vegotin. Her wiha di nava 12 salên derbasbûyî de tekoşîna jinên Êzidî meşandî, çîrok û serpêhatiyên hatî jiyîn di kovara de ciyê xwe girtiye. Dîsa ciheke girîng ji berxwedana endamên YPJ’ê yên di korîdora mirovî de amade bûn û gerîlayên jin ên ku di dema fermanê de berê xwe dan Şengalê hatiye dayîn.
Her wiha di vê hêjmarê de cih ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ên li ser di Rojhilata Navîn de şoreşa zihnî û çareseriya pirsgirêkên jin û civak jiyan dikin hatiye veqetandin. Di beşa Jineolojî de, bi nêrîna jineolojî pênaseya qirkirina li dijî jinê û rêbazên tekoşîna li dijî wê hatiye nirxandin. Çîroka Fermandar Hêza ku yek ji serpêhatiya di hizir û bîra civaka Êzidî de zindî ye jî ciyê xwe di kovarê girtiye.
Rêûresma gera Tawis ku ev çend mehên dawî li Şengalê pêk tê jî di kovarê de ciyê xwe girtiye. Di heman demê de, di rûpela stêrkên welatê rojê, Sitiya Nexşa, hêviyên Êzidxanê, bîranîn, serpêhatî, nirxandin, çîrokên fermanê, pênûsa azad û ferman taybet, tenduristî û helbestê de ciheke girîng daye tekoşîna jinên Êzidî ku ev 12 salin bê navber dimeşînin.
Xwendevanên ku dixwazin xwe bighînin hejmara nû ya kovara Nîsan, dikarin serdana malpera TAJÊ bikin.