Hefteya Wêjeyî bi semînera “Wêjeya jinê di navbera navlêkirin û jîwariyê de” didome

Hefteya Wêjeyî ya ku bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” yekem car li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin, di roja xwe ya 4’emîn de bi semînera ”Wêjeya jinê di navbera navlêkirin û jîwariyê de” didome.

Qamişlo - Hefteya Wêjeyî ya ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” yekemîn car li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin û ji 28’ê Gulanê ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 4’emîn de berdewam dike. Heya niha di navbera 4 rojan de bernameyekî dewlemend ji aliyê jinên helbestvan û wêjevan ve tê pêşkêşkirin, der barê de gelek çîrok, helbest, panêl û semîner li ser girîngiya wêjeya jin hatine dayîn.  Bernameya roja 4’emîn semînera der barê “Wêjeya jinê di navbera navlêkirin û jîwariyê de” de bû. Gotûbêjên vê semînerê Hena Dawûd, Evîn Yûsiv û Evêsta Ibrahîm e. Piştî pêşkêşkirina vê mijarê beşdarvana nîqaşên fireh kirin. Bi dawîbûna semînerê re çîrokên ku bi pênûsa jinan hatine nivîsandin ji beşdarvana re hatin vegotin. Têkildarî naveroka vê semînerê Rojnamevan û Nivîskara jin Evîn Yûsif naveroka vê semînerê ji me re parve kir.

‘Di navlêkirin û rastiya me de jin xwedî rihekî wêjevaniyê ye’

Evîn Yûsif bal kişand li ser girîngiya wêjeya jin a di jîwariyê de û wiha got: “Mebesta em vê Hefteya Wêjeyî bi nerîna jin dewlemend bikin. Di semînera me ya îro de em dixwazin balê bikşînin li ser girîngiya wêjeya jin di jîwariyê de bê heya çi astê pêwîste rengê jin tê de hebe. Di navlêkirin û rastiya me de em dikarin bêjin jin xwedî rihekî wêjevaniyê ye ji ber dema jin diaxive dizane çawa mêjî û ziman bi hev re bide girêdan. Pêwîste em wek nivîskar û wêjevan jî rastiya ku di hundirê şoreşa me de çêdibe bikin berhem û ji civakê re derxînin. Em dixwazin li vir nêrîna hevalê xwe yê mêr jî li ser wêjeya jin nasbikin da em bikaribin hîn zêdetir di aliyê şîroveyan de xwe xurt bikin, ji ber em hemû hevdu temam dikin û nêrînên me ji hev re perwerde ye. Em dixwazin di vir de bighêjin şîroveyên bi wate û saxlem da em bikaribin ji civaka xwe re jî ragihînin.”