HDP bi daxuyaniyekê êrişên li ser Xezayê şermezar kir

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Kar û Barên Derve ya HDP’ê ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Xezayê şermezar kirin û banga lezgîn ji hemû saziyên navneteweyî û bi taybet Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin ku bikevin nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan – Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Kar û Barên Derve ya HDP’ê, Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, der barê êrîşên hewayî yên dewleta Îsraîlê yên li dijî Xezayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Em êrîşên li dijî Xezayê şermezar dikin! Di van êrîşan de zarok jî di nav de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane Rehma xwedê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.

"Ola serdest dê fanatîzmê xwedî bike"

Di daxuyaniya ku hat diyar kirin serdegirtina li ser Mescîda Eqsayê ya ku ji aliyê polîsên Îsraîlê ve tê kirin nayê qebûlkirin, wiha hat gotin: “Ev serdegirtin encama biryara dadgeha Îsraîlê ya di Gulana 2022’an de destûr da ku rûniştvanên Yahudî di hewşa Mescîda Eqsayê de ayînên xwe yên olî pêk bînin e. Ev êrîşa li ser Mescîda Eqsaya ku ji aliyê gelên misilman ve wek îbadetxaneyeke pîroz tê qebûlkirin û biryara dadgehê ya beriya wê ne tenê pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de kûrtir dike, di heman demê de dê bi kûrkirina nakokiyên navbera olan jî, fanatîzma olî xwedî bike.”

Ji saziyên navneteweyî bang

Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên navneteweyî û bi taybet Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku ji bo dawî li zilma ku ev nêzî sed sal in gelê Filistînê tê kirin bê anîn bikevin nava tevgerê. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin: “Her çiqas agirbest pêk hat jî, tu garantiyek wê nîne ku êrîşên bi vî rengî careke din neqewimin. Di raboriyê de jî gelek caran agirbestên bi vî rengî hatibûn ragihandin, lê mixabin her car şer û pevçûnên ku sivîl dihatin qetilkirin berdewam kir. Em careke din bang li hikûmeta Îsraîlê dikin ku dawî li êrîşên xwe yên li ser gelê Filistînê bîne û pirsgirêkên heyî bi rêyên aştiyane û siyasî çareser bike.”